Xweseriya me di zimanê me de ye

Nivîskar û rewşenbîrên Kurd hertim di berhemên xwe de cihekî berçav dane mijara zimanê kurdî û girîngiya ziman bi bîr anîne.

Ziman nasname û hebûna miletan e. Bêguman kevneşopî, serpêhatî, çand û dîroka netewan bi ziman hatine parastin. Her gel û miletek xwedî zimanekî taybet e ku bi rêya wî hem taybetmendiya xwe diparêze û hem jî xewn û hêviyên xwe tîne ziman.

Ziman ayetek ji ayetên Xwedê ye. Nasnameya her gelekî zimanê wî bi xwe ye. Eger hat û miletekî zimanê xwe ji dest da, tê maneya ku ew milet li ber neman û qirrbûnê ye. Lê heta zimanê neteweyekê hebe û geş û zindî be, ew netewe dê li ser rûyê qadê gul vede.

Nivîskar û têkoşerê Kurd Dr. Nûredîn Zaza carekê di zindaneke Sûriyê de gotibû: “Em ê zindanê bikin dibistana zimanê kurdî.”

Zaza girîngiyeke mezin dida zimanê Kurdî û wiha digot: “Eger tu bixwaze xwe bi xelkê bidî naskirin, zimanê xwe bixwîne û bide xwendin. Û eger hûn bixwazin ji hev tarûmar nebin, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.”

Xebatkar û zimanzanê mezin Osman Sebrî jî ziman weke koka netewebûnê didît. Osman Sebrî xwe pasevanê zimanê kurdî dibîne û bi tundî kesên ku xwe di ser zimanê kurdî re dibînin û bi qurnazî zimanên biyanî diparêzin û bi zimanê kurdî naxwînin û naxwazin bixwînin û xwe wek zanayên doza kurdî dibînin rexne dike û dibêje:

“Ziman zimanê me hemûyan e. Ne yê yekî yan yê diduyan e, gava ku em ji bo zimanê xwe bixebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyf yê ku heta niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêm in. Em miletekî bê ziman in. Aniha pir xortên me hene xwende ne, bi erebî jî xweş dizanin, dibêjin: Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin! Lê mixabinhînî zimanê xwe nabin, ez ê çawa ji wan bawer bikim!”

Mîrê Kurd Celadet Bedirxan piraniya jiyana xwe terxanî zimanê Kurdî kir û her û her xema ziman dixwar.

Celadet li ser girîngiya ziman wiha dibêje: “Xweseriya me di zimanê me de ye. Tenê bi hebûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe û bi parastina wî, di civata miletan de wek miletekî xweser, em dikarin bijîn û payedar bin. Şerma mezin ew e ku mirov nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe nehatine. Ji bona ku mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne, divê ku bi kêrî wî bê.”

Zimanê kurdî jî ku zimanekî resen û kevin e, heta niha li ber xwe daye û maye, berovajî gelek zimanên din ku winda bûne û nemane.

Besam Mistefa / Rûdaw

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply