Pazartesi , Ocak 18 2021

Xwendina pêşîn divê bi kurdî be

Mêvanê me yê vê hefteyê stêrkeke geş a esmanê ziman û wêjeya kurdî ye. Bi salan e di hemû jiyana xwe de kedeke mezin ji bo zimanê xwe daye û hê jî di kar û xebatên xwe de berdewame. Me vê carê ji bo xwînerên xwe bi mamoste û zimannas Reşo Zîlan re hevpeyvîn kir.

Mamoste Reşo Zîlan kengî û çawa dest bi nivîsandina kurdî kir?

Cara yekem min di salên 1967-68’an de ku ez hingê ji bo xwendina bilind li Enqerê bûm. Li wir min hinek ciwanên kurd ên ku ne ji aliyê Serhedê bûn dîtin. Min dît ku di kurmanciya min û ya wan de hindek cudahî hene. Min dît ku hin tiştan em bi rengekî dibêjin ew bi rengekî dibêjin, an jî di devoka min de hin peyv hene ku li ba wan tune ne yan jî di devoka wan de hin tişt hene ku di ya min de tune ne. Ji bo nivîsandin û notkirina wan tiştan min dest pê kir nivîsand. Wekî mînak lîsteya gotinên ku min nebihîstibûn û hin gotinên pêşiyan min berhev kir. Wiha ez dikarim bêjim ku nivîsandina min a pêşî ew bû.

Beriya demekê te li ser malperên civakî der barê pirtûka rastnivîsê ya tu bixwe jî tev li çend komxebatên wê bûbûyî got, “Ez tu caran nikarim navê xwe li bin tiştekî wiha binivîsim” gelo çima te wiha got?

Belê rast e min ew hevok bi kar anî, lê çi bû sedem ku min nexwest navê min li ser wê pirtûkê were nivîsandin? Jihevtênegihiştinek hebû di navbera min û ew hevalên beşdar ên di vê civînê de. Bi fikra min ku ev prensîpek e ji bo min, kurmanciya nûjen a nivîsînê li ser devoka Cizîra Botan hatiye avakirin û ew jî ji Bedirxiyan dest pê dike. Bi taybetî bi riya Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr û bi van kovaran dest pê kiriye û hetanî salên heştêyî ev wiha berdewam bûye û hîç kêşeyek an jî pirsgirêkek nebû li ser vê prensîpê. Gava ku hindek hevalên me ji aliyê Amedê, Mêrdînê û wan derdoran hatin xwestin ku vê bingehê têk bidin û kurmanciya xwe ya deştê ya ji hindek aliyan ve têkel û pêkel ferz bikin, li ser zimanê me yê nivîsînê û hindek qayîdeyên ku Bedirxaniyan danîbûn. Wek mînak DE, RE û VE wekî DA, RA û VA nivîsandin. Tenê sedemek nîşan didan û digotin ev hema bêje di hemû devokan de wiha ye, lê ne wiha di gelek devokan de ew ne wiha ye. Heta di rojnameya pêşî ya Kurdistanê de ew wekî DE, RE Û VE ye. Rast e di klasîkên me de DA, RA, VA hatiye nivîsandin lê hûn jî dizanin ku klasîkên me li ser bingeha irûzê hatiye nivîsandin û di irûzê de gelek caran, RE û VE ji bo wezinê wekî DA, RA û VA nivîsandin ji bo ku wezin têk neçe. Vêca ew mirov dikare bêje ku ne bingehek e ji bo nivîsîna kurmancî ku îro em pê pexşanan dinivîsin. Rast e pexşana me ya pêşî derdora sala 1950’yî de hatiye nivîsandin lê piştî derketina rojnameya Kurdistanê ketiye nivîsarê.

Gava mirov temaşeyî klasîkên me dike, dibîne ku klasîk nivîsîna kurdan ji kîjan herêmê dibe bila bibe, hemû bi yek formê nivîsîne. Bo nimûne Pertew Begê Hekarî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Şêx Nuredîn Birîvkanî, Şêxê Axtepî, Maçîn, Siyahpûş, Melayê Bateyî van hemû bi formekê nivîsiye û dema mirov afirandinên wan dixwîne mirov dibêje qey hemû ji heman deverê û heman gundî ne. Eva tiştekî seyr e lê mixabin piraniya kurdên me van tiştan nadin ber çavên xwe û fêm nakin. Ev sebebê ku divê kurmanciya me li ser vê bingehê pêşkeve û bê nivîsandinê. Berdixaniyan jî ev wekî qayîdeyek danîne û ji me xwestine ku em wiha binivîsin. Nimûneyekê bidim, cara pêşîn derdora 1525-1530’yî incîl wergerandine almanî. Yê ew incîl wergerandiye Martîn Luther e, bixwe ji herêma Nîtherzaksin e, devoka vê herêmê ji yên din gelekî cuda ye . Gelek caran heke yek ji wê herêmê biçûya Byrnê bi ihtîmaleke gelekî mezin wê gavê ji hev fam nedikirin, lê bi demê re ew dever niha ji hev fam dikin lê bêguman rewş beriya 500 salî ne wiha bû. Almanan ew ji xwe re kiriye bingeha zimanê nivîsînê ku jê re dibêjin almaniya bilind, heta niha jî ew bingeh nehatiye guhertin. Yekî ji devera Berlînê be, Hamburgê be, Beyrnê be, ji aliyê Nurinbergê be ev hemû, heta ji alî Swîsre û  Awusturiyayê li ser vê bingehê zimanê xwe yê nivîsê dinvîsin, lê dîsa jî her kes serbest e li gor devoka xwe zimanê xwe yê axaftinê bi kar tîne.

Bo erebî, erebiya Bexdayê, ya Şamê, Tunusê, Libnanê ji hev cuda ne. Wekî nimûne erebekî ji Bexdayê ji erebekî Mûsilê fam nedikir, lê gava quran hat nivîsandin û hat weşandin û daket meydana bikaranînê hemû ereban zimanê wê zimanekî pîroz nas kirin ji ber ku ew peyvên xwedê bûn, dest pê kirin zimanê xwe yê nivîsandinê li gorî qayîde û qanûnên ku di quranê de hene nivîsandin û quran jî li gorî devoka qureyşiyan hatiye nivîsandin. Niha yekî qureyşî here Mexribê ez bawer nakim ji sedî 50 ji hev fam bikin,  lê dema ku tu li deng û behsên resmî yên wî welatî guhdarî bikî yan jî yê welatekî din ê erebî guhdarî bikî, ger hinekî erebî zanibî tu yê jê fam bikî. Heçî kovar, rojname û pirtûk û tiştên wiha li zêdeyî 20 welatên erebî ev qayîde tên bikaranîn. Vêca çima em jî li ser vê bingehê kurdiya xwe ya nivîsînê pêşde nebin û bi kar neynin û wan bingehan nexin pratîka rastnivîsînê. Guhertina vê prensîpê gelek probleman derdixe pêşiya me. Ji aliyê etîkî ve, exlaqî ve ku em qedir û qîmeta pêşiyên xwe nagirin. Heyran hema bi kêmanî nivîsîna modern eva 130 sal in tê bikaranîn û klasîkên me eva qet nebe 500 sal in hatine nivîsandin û belav bûye. Niha em bêjin mewlûda kurmancî ya Melayê Bateyî li her deverên Kurdistanê û ciyê ku kurmancîaxêf lê dijîn tê xwendinê. Hindek mela derketine wan jî li gorî xwe, li gor kurmanciya xwe mewlûd nivîsîne lê bi qasî mewlûda Melayê Bateyî belav nebûye û rêz û hirmetek nedîtiye di nav kurdan de. Kêm zêde xelkê ku wê lê guhdarî dike jê fam dike, bingehên di wê mewlûdê de divê dakeve nivîsandina me jî divê em hirmetê bi van qayîde û qanûnên rastnîvîsînê nîşan bidin.

130 sal in kurmanciya modern hatiye nivîsandin, bi kêmanî divê em rê nedin ku rêyeke nû vebe li pêşiya nivîsîn û belavbûna kurmancî. Hingê zimanê me yê nivîsandinê dibe xwedî du forman, yek forma ku te bixwe texrîb kiriye û guhertiye û yek forma li ser bingeha klasîk pêş de diçe. Bi baweriya min ne tiştekî rast e û ez qet nikarim qebûl bikim ku wisa bibe.

Ya rast ne tu tenê lê hinek zimannasên din jî û hinekên ku navên wan li ser pirtûkê heye jî dema nîqaşên li ser hin gotinên rêberê tên kirin, dibêjin; ev yek ne bi dilê me bû jî lê wiha nivîsandine, ev yek ji ber çi qewimiye?

Ez nikarim li ser vê yekê zêde tiştekî bêjim. Helbet ew bîr û baweriya wan e lê ez tiştekî wiha şaş dibînim, di xebatên wiha de divê mirov xwedî prensîp be, bîr û baweriyên xwe û prensîpên xwe bi xurtî biparêze. Ne ku li hember hindekan an jî li hember fikreke ku ji aliyê piranîyê ve tê gotin bi zorê qebûl bike, na diviyabû qebûl nekirina û dikarin îro jî derkevin bêjin heyra di wextê xwe de me şaş kir.

Li gorî te, ev nakokiya ku bi xwe re du şêweyên rastnivîsê aniye, çawa dikare çareser bibe? 

Rast e ev yek du şêweyên rastnivîsînê dide ber me ku eva sergêjiyeke mezin e. Li şûna rihetkirina rastnivîsînê em wê zehmetir dikin. Ji bo sererastkirinê li gorî min tenê riyek heye. Ew jî ev e ku mirov derkeve û bêje heyra me ev wiha kir, em gihîştin wê baweriyê ku ne rast bû. Em ji vê şaşiya xwe vedigerin û dîsa vegerin ser bingehên rastnivîsînê ya Bedirxaniyan. Helbet vêya jî bibêjim di awayê rastnivîsîna Berdirxaniyan de jî hindek tişt hene ku li gor zanista îro ne rast in. Divê em bizanibin ku Bedirxaniyan ev tişt li gor zanistên salên 1920-30 dane ber xwe û ji wir prensîp derxistine û ev qaîde danîne ji bo rastnivîsînê. Vêca sedsalek di ser re derbas bûye û di zanistê de gelek tişt hatine guhertin. Berî her tiştî zimannasiya wê serdemê û ya vê gavê, fonolojiya wê gavê û ya îro ji hev gelekî gelekî cudatir in. Ferqeke mezin ketiye navbera zanistên wê demê û yên îroyîn.

Li gorî te çi dikare pêşiya bişaftinê bigire, herî zêde li bakurê Kurdistanê bişaftin bi pergal û berfireh berdewam e, divê kurd çi bikin, bi taybetî li Bakur?

Mixabin asîmîlasyon daxa dil e. Di van 40-50 salên dawî de, li Kurdistana bakur û Tirkiyeyê kurmancî û her wiha zaravayê me yê zazakî jî pir bi xurtî dibişivin, asîmle dibe. Berî her tiştî ziman ji mezinan ji bo biçûkan mîras namîne. Yanî ji mezinan derbasî zarokan nabe. Ev yekser mirina zimanekî ye. Em zimanê xwe bi destê xwe dikujin. Divê em vê baş fam bikin. Erê bi awayekî sîstematîk asîmlekirina kurdan li dar e. Dewleta Tirkiyeyê ji roja roj ve, ji danîna cimhûriyetê û vir ve, ev yek daye ber xwe. Bo nimûne Ismet di nameya xwe ya rapora şerqê de dibêje: Eman di deverên kurdan de, yanî li Kurdistanê dibistan û medreseyan venekin. Eger ew bixwînin, wê pêş de herin, wê sibê bibin bela serê me. Ji ber ku xwendin di nav kurdên Bakur de belav nebû di wexta xwe de û zor û zordestiya li ser zimanê me, qedexekirina zimanê me, bû sedema herî girîng a helîna zimanê me, çi zazakî be çi kurmancî be. Tiştekî ku em bikaribin li hember vê prosesê bikin ew e ku heke em bi prensîp di malên xwe de bi kurdî bipeyvin. Zarokên xwe mecbûr bikin, ez dibêjim mecbûr bikin, ne ku bihêlin ew çawa dixwazin bila wiha bipeyvin, na.

Divê em mecbûr bikin ku ew bi kurdî bi me re bipeyivin û em bi wan re bi kurdî bipeyvin. Ew mezinên ku kurdî nizanin divê xwe hînî kurdî bikin. Yanî berî her tiştî di nav kurdan de mezin bûne û guhê wan fêrî kurdî bûye, pir bi rihetî dikaribin zimanê xwe hîn bibin. Ya herî girîng jî xwendina zimanê kurdî ye, divê zimanê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê resmî. Li zarokên kurdan bê mecbûrkirin ku ew pêngava pêşîn a xwendinê 4-5 salên xwendinê yên pêşîn divê bi kurdî be. Bi kurdî dest bi xwendinê bikin ne ku bi tirkî. Ev dikare rê ji me re veke ku em xwe fêrî kurdî bikin û divê zimanê kurdî dakeve bazarê. Divê kirîn û firotan, dan û standin tev bi kurdî bin. Dermanê neasîmlebûnê ew e ku heke tu li zimanê xwe xwedî derkevî û di pratîkê de li her ciyî bi kar bînî.

Reşo Zîlan kî ye?

Zimannas û nivîskarê kurd di sala 1947’an de li Bazîda bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di sala 1973’yan de koçî welatê Swêdê bûye û li wir bi cih bûye. Zîlan bi salan li gelek dibistan, xwendegeh û zanîngeha Uppsala ya Swêdê dersên mamostetiya zimanê kurdî dane. Her wiha li Enstîtutiya Kurdî ya Parîsê, serokê beşa ziman û wêjeya kurdî ye.

 

Ev hevpeyvîna ji malpera xwebun.org ê hatiye standin

 

About baweri

Avatar

Check Also

MULTÎPLE SKLEROZ (MS – MULTIPLE SCLEROSIS)

Multîple, “pirhejmar” e; skleroz jî “hişkbûn” e. Multîple: Li gelek cî û deveran bandorîlêkirin e. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir