Xwendina Kurdî li Rojhilat geş dibe

Li gorî zaniyarî û nûçeyên hatine belav kirin, biryare waneya Kurdî (Ziman û wêjeya Kurdî) di qonaxa navendî de, polên heft, heyşt û neh de bi şêweyekî fermî li bajarê Dîwandere ser bi parêzgeha Sine ve ligel waneyên zimanê Farisî were gotin.

Pirtûka ku ji 126 rûpelî ye, rêziman û wejeya Kurdî lixwe digre ji aliyê du mamosteyên Kurd bi nave Reşîd Kerîmî û Letîf Sultanî hatiye amade kiein.

Li gorî zaniyariya sala par muhleta çapkirina wê pirtûkê ji Irşada Islamiya Îranê hatiye wergirtin û biryare di vê salê de li dibistanan de were xwendin ligel pirtûkên din ên bi zimanê Farisî.

Li gorî madeya 15 û 19 ji yasaya bingehî ya Îranê, zimanê fermî li Îranê Farisî ye, lêbelê neteweyên cuda dikarin bi zimanê xwe ligel zimanê Farisî fêrbibin.

Heger ev pêngav were cîbicî kirin wê yekem pêngav be derbarê fêrbûna bi zimanê Kurdî li Îranê piştî 37 salan ji deselata Islamiyan li Îranê.

Heta niha zimanê Kurdî li Îranê bi tenê bi çend şêweyekî taybetî dihate xwendin û bi ti şêweyê fermî nehatiye xwendin, ne tine wisa lêbelê ligel parêzgehan wek parêzgeha Kirmanşan axaftina bi zimanê Kurdî li dibistana qedexe ye.

Di heman demê de di destpêka werzê xwendina îsal de li Zanîngeha Kurdistan li Sine beşê zimanê Kurdî hate vekirin û xwendevan dest bi xwendina Kurdî kirin.

Jêder: Şerîf Felah – BasNews

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply