Xwendevanên Kurdî Çima Ew Çend Ji Peyvên Tirkî Aciz İn?!

Di serî de divê ez bibêjim, ji bilî ereban kesên bikaribin zimanê erebî bi hosteyî bikarbînin, kurd in. Ji polîtîkayên pişaftinê wêdetir, têkiliyên kurd û ereban gelek kevin in. Heta dikarim bibêjim ku kurd, ji gelên din kevintir bi zimanê erebî re mijûl bûne. Tê gotin jî ku kurd, piştî ereban xelkê duyemîn e ku ola îslamê pejirandiye. Em dikarim bibêjin bi ola îslamê re di nav Kurdan de erebî wekî zimanê pergala medresê bêhtir bi bandor bûye. Lê wekî çandeke berî îslamê jî, herdu ziman bi hev re di nav têkiliyan de bûn. Jixwe berî serdema dîrokê ku neteweperestî wekî rêgezek, îdeolojiyek derkeve qada polîtikayê, kurd zimanê erebî dinasîn. Loma gava li ser bingeha nijadperestiyê dewletên ereban ava bûn, kurd bertekek tund li dijî erebî nîşan nedan. Her çendî dewletên ereban wekî aktorek polîtîk kurd bertaraf kiribin û ziman û çanda kurdan bi rêya fermî nasnekiribin jî, ji bo tunekirina çanda kurdî polîtîkayek taybet nedane meşandin.

Beriya serdema nûjen, kurd û ereb çanda hev û du baş nas dikirin. Kuran ku bi zimanê erebî hatibû nivîsîn, di nav kurdan de bi zimanê kurdî dihate fêrkirin, nîqaşkirin û şirovekirin. Ev tişt jî bi qasî nivîsîna Kuranê ji aliyê zanistiya ziman ve hêja bû. Loma heta aniha jî polîkaya ereban li ba kurdan tiştekî din e, lê zimanê erebî jî tiştekî din e. Ev herdu mijar ji hev cihê têne hesibandin. Ji loma peyvên erebî di nav metnên kurdî de wekî tiştekî normal tê dîtin. Lewre herkes dizane ku kurd oldar in û zimanê ola wan jî erebî ye. Jixwe peyvên ketine zimanê kurdî piranî peyvên beşên olî ne.

Em dikarin ji bo peyvên farisî ku di metnên kurdî de zêde cih digrin, nêzî gotina xwe tiştên din zêde bikin. Her çend ji bo kurdî zimanê farisî ne wekî zimanê pîroz ê ola kurdan be jî, lê wekî netew biqasî ol ji bo kurdan girîng e. Lewre farisî û kurdî ji heman malbatê tên. Her çendî her du ziman ji aliyê peyvan ve xwediyê peyvên taybet bin jî, di herdu zimanan de gelek peyvên hevpar têne bikaranîn. Mîna zarokên pismamên hev çawa xaniyên xwe li ser axa kalên xwe ava kiribin, kurdî û farisî jî di heman axê de ava bûne û ji wir ve rêya xwe ya xweser heta îro berdewam kirine. Hem ji aliyê peyvên hevpar ve, hem jî ji aliyê fonetîkê ve farisî ahenga kurdî xerab nake. Loma xwendevanên kurdî ji vî tiştî jî ew çend ne aciz in. Wekî din jî sîyaseta netewperestiya farisan jî, ji aliyê din ji bo tunekirina ziman û çanda kurdî helwesteke taybet a polîtîk nemeşandiye. Lê wekî aktorek polîtîk heta îro jî kurdan hesab nake.

Têkiliya tirkî û kurdî ji ya van herdu zimanan jî gelekî cuda ye. Niha di nava metnên kurdî de gava xwendevanên kurdî  peyveke bi tirkî dibînin, gelek aciz dibin. Ez bawer dikim, her çendî xwendevanên kurdî dixwazin metnên kurdî ji erebî, farisî û tirkî bi temamî rizgar bibe jî, ger jibo rizgarkirina ji zimanêkî tenê firsenda wan hebe dê tirkî hilbijêrin. Çima wisa ye? Bi ya min du sedemên sereke hene: Yek ji wan wekî çandek têkîliyên kurdî  bi zimanê Tirkî re ne xwedî bingeheke hevpar e. Ger ol be, ew bi zimanê erebî ye, ger farisî be, ji heman malbatî ne. Lê bi tirkî re hevpariyeke wisa nîne. Herwiha di herêmê de jî berî avabûna dewleta Tirkiyeyê bandora zimanê tirkî ne ew çendî xurt bû. Danûstandina herdu zimanan hema hema em dikarin bibêjin tunebû. Ji aliyê zimanzanî ve jî tê zanîn ku tirkî wekî zimanekî hebû lê wekî zimanekî zanistî bêbandor bû. Tenê di nav civata tirkan de wekî devkî tenê dihat zanîn. Sedema duyemîn jî ev e: Di avabûna dewleta Tirkiyeyê de ji bo dewleta ku bingeha xwe li ser netewayetiyê avakiribû, divêtiya wê bi zimanekî tenê yê fermî hebû. Loma helwesta polîtîk a pêşîn tunekirina civata pirzimanî bû. Lewre ziman, netew û dewlet di heman demê de bingeha avabûna dewleta nû bûn. Kurd jî ne wekî aktorek polîtîk lê wekî hebûn û tunebûna nasnameya xwe têkoşînek dane meşandin. Her tişt ji bo hebûna nasnameya xwe bûbû amûreke hêja. Loma têkoşîna hebûnê, ne tenê polîtîk lê wekî çandî, civakî jî rû da. Heta îro jî ji bo berdewamiya dewleta tirk divê gelên din tune bibin. Ji berê ve dizanîbûn ku ziman ji bo hebûna gelan girîng e. Wekî bertek, kurd jî hebûna xwe bi zimanê xwe ve yek girtin. Bertek rast bû. Loma xwendevanên kurdî di metnên xwe de gava yek peyvek tirkî jî dibînin ji xwezayî ve bertekek tûj nîşan didin, lewre her peyveke bi tirkî mîna tunebûna wan nîşanî wan dide, her peyveke tirkî wekî li ser tabûta wan bismarek e. De ka kî dikare tebûta xwe li ber çavên xwe bîne. Ger bîne jî ji mirina xwe pêştir tiştekî din nabîne.

Azad Selem

Derbar Azad Selem

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply