Xwendevan Yan Xwiner?

Ez zimanzan nînim, lêbelê hertiştên ku hinek kes li ser navê zimanzaniyê di zimanê kurdî de pêk tînin û peyvên kurdî li ser navê zimanzaniyê yan jî li ser navê ‘kurdîya akademîk’ digehurînin, taswîp nakim, rast nabînim.

Hınek kesên ku xwedêgiravî xwe zimanzan dihesibînin, li ser navê zimanzaniyê peyvên çêker dixine nav kurdî û bi wan peyvên çêker ku ti maneyeke wan tune, ziman dilewitînin, seqet dikin. Peyvên çêker ku xelkê qet bikar neaniye û naynin di axaftinê de na, di nivîsînê de bikar tînin û lî gor mentalîteya xwe a seqet bi van peyvan, xwedêgiravî kurdî dewlemend dikin(!).

Ji xwe re li peyva ‘xwîner’ binêrin. Vê peyvê di şûna peyva ‘xwendevan’ de bi kar tînin. Hinek nivîskarên kurd ên Mêrdînî, hinek kovar û malperên kurdî û bi taybetî jî kovara ‘Kund’ vê peyvê di nivîsan de bikar tînin. ‘Xwîner’ peyveke çêkiriye. Koka peyvê ‘xwîn’ e û eleqeya wê bi peyva xwendin, xwendevan re tune.

Xwîn, xwîn-er, xwîner….

Xwend, xwend-in, xwende, xwende-van, xwendevan.

Çîma di şûna peyva xwendinê de peyva xwîner bi kar tînin, min fêm nekir. Peyvê bitewînin jî xwendevan nabe xwîner.

Hinek jî li ser navê tewandinê, peyvan dîtewînin û maneya peyvê dibe tişteke din. Mar ditewînin dikin mêr. Binêrin ‘mar‘ û ‘mêr’ du maneyên xwe ên cuda ne. Mar heywane û mêr însan e. ‘Aş’ dikine ‘êş‘ maneya van herdu peyvan jî cuda ne.

Hinek jî li ser navê tewandinê li paşîya her peyvê ‘î’ datînin. Di tewandina peyvan de tevliheviyeke heye. Koka peyvê, orîjînala wê lî ser navê tewandînê tê guhertin û peyv dikeve rengekî din, dibe peyveke din û maneyeke din dide.

Hinek nivîskar -bi taybetî jî nivîskarên ku kurdî paşê fêr bûne- nivîs û gotarên ku dinivîsîn, jê nayê fêmkirin û ew jî ji bo xwe parastinê dibêjine ‘ez-em- bi kurdîya akademîk’ dinivîsî. Û herweha di nav ‘kurdiya akademîk’ û kurdîna neakademîk de cudahiyek derdixin holê.

Di esasê xwe de ‘kurdîya akademîk’ tune. Çawa ku farisiya akademîk, tirkîya akademîk, îngilîzîya akademîk, arebîya akademîk, almaniya akademîk tune, herweha kurdîya akademîk jî tune. Çi heye, nirxandina akademîk, doktora tezên akademîk, lêkolînên akademîk,analîzên akademîk ên derbarên mijarên cuda de û hwd, hene.

Di hêla edebî de, di nav edebiyata cîhanê de jî, berhemên edebî ên akademîk û neakademîk tunin. Zimanê edebî û berhemên edebî weke ziman û berhemên  akademîk û neakademîk nayê tasnîfkirin, ji hevûdu nayê cudakirin.

Di berhemên edebî de, bi taybetî jî di çîrok û romanan de çîroknivîs yan jî romannivîs dikare di romanên xwe de zimanên cuda bikar bîne. Nivîskarekî dikare di nivîs û gotarên xwe de zimanê cuda bi kar bîne. Wek mînak; romannivîserê kurd ê navdar, rahmetiyê Mehmed Uzun di romanên xwe de zimanên cuda bikar dianî. Zimanê wî ê romana ‘Rojek ji rojên Avdalê Zeynikê’ û zimanê ‘Bîra Qederê’ newek hev bû. Di berhemên edebî de nivîskar dikare berhemên xwe bi zimanê folklorîk, felsefî, destanî, mîzahî, sîyasî, helbestkî û hwd, binivîse. Zimanê nivîsên îdeolojîk, teorîk û sîyasî û zimanê danasîn, nirxandin û mijarên folklorîk ji hev cuda ne. Lê, ev cudabûn nayê vê maneyê ku hinek jê kurdîya akademîkîn û hinekên din nekurdîya akademîk in.

Di derbarê van mijarên ku min bi kurtahî anî zimên de, minaqeşe were kirin, nirxandinên berfereh werine weşandin dê gelek baş be. Dibe ku mirov di dîtin û ramanên xwe de şaş be yan rast be, ev jî di encama minaqeşeyên çêker de derdikeve holê. Bi hêvîya ku derbarê van mijaran de çend nivîsên mînaqeşeyê werine weşandin

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply