Di van demên dawî de li herêmê li ser hev klîb tên çêkirin.
Navçeya qedîm Farqîn jî van rojên dawî bi klibekê hat rojevê…
Xwendekarên Lîseya Zanistîya Civakî, ji bo Farqinê rast û baş bidin naskirin kliba bi navê ‘Farqin stranek e’ amade kir.
Qeymaqamê Farqinê Murat Kûtûk jî ji bo klbê alîkarî da xwendekaran.
Momosteyê muzîkê Unal Yaşar bi 16 xwendekarên amadehiyê re bi Tirki û Kurdî klîp kişand
Di klibê de berhemên dîrokî yek bi yek tên nasandin.
Xwendekar wek hunermendên profesyonel stran gotin. Kliba wan li ser facebookê 600 hezar caran li ser youtube jî 40 hezar caran hat temaşekirin.
Xwendakarên ku di koroya lîseyê û di klibê de cîh digrin gelek kêfxweş in.
Ji xwendekaran yek jî li taxa Konakê rûdinişt û mexdûrê terorê ye.
Midûrê Liseya Zanistîya Civakî Reşît Ada, destnişan kir ku li Tirkiyê qedexeya li ser zimanê kurdî hatîye rakirin.
Koroya xendekaran jî ji bo moral bide gelê Farqinê dest bi konseran kir.
trtnuce