Xwedê Bes e…

Ji tîbûna lêvên terikî re ava wehyê, ji birçîbûna zikên çavbirçî re şikra nimetan, ji bo çavên ku dinêre, lê nabîne roniya çavan, ji zimanên ku beleheq dipeyive re rojiya Meryem, ji nexweşiya dilan re baweriya bêbazar, ji nexweşiya jibîrkirinê re helalî, ji jiyaneke belavela re yekîtiya Xwedê bes e, hezkirina Xwedê bes e, şahidiya Xwedê bes e, Xwedê bes e…

Ji wî tenê bixwaze, terîşên wê darê karê zarokan e. Hêviya te bila ji wî tenê be yên din navnîşanên çewt in. Ji wî tenê bixwaze dengê te naçe yên din. Ji rehma wî tenê bixwaze yên din te nabînin. Ji wî tenê bixwaze yên din nikarin bidin. Destên xwe ji wî tenê re rake azmanan. Qenç bigirî ji xwe re. Bigirî heta ku poşmaniya te hemû biherike ser sicadê.  Ji Xwedê tenê bixwaze, ma Xwedê ne besî te ye ?

Dem dibore, tu dixwazî di dilekî de bisekinî. Hemû tevgerên te, daxwaza baweriyê ne. Çi fêde tu piştî dema hestyariyê çêbûyî.  Guran ew dilê safî ji hev re avêtin. Tu di wan çavên modern de li piçek ewleyî digerî. Lê mixabin, tu piştî dema ewleyîyê hatî dinyayê.  Tu destê xwe davê jî çi, dişkê. Tu ji çi bawer dikî, pûç derdikeve. Deyndar, deynê xwe nade, sozdar li soza xwe xwedî dernakeve. Emanet ne li cihê xwe, evîndar bêbext.  Ji wî tenê bawer bike. Wî çi gotiye û nekiriye, kengî te li nîvê rê hiştiye.  Ji wî hêvîdar be ku tu hêviyan ji xwe bike. Hêviya te, ewleya te ye. Bila ewleya te bi wî tenê be.  Bila Xwedê yar be bila hemû dinya neyar be. Ew Wedûd e, hezkirina wî besî hemû gerdûnê ye, ew Rehman e dilovaniya wî bes e ku dilê te pê haş bibe.

Di teşqeleyên fenek de xwe bispêre wî tenê. Di konekiya roviyan de xwe ji nebaşiyê bavêje Xwedê. Di bin zilma şêran de xwe bispêre hêza wî. Di bin êrîşên mar û tûpişkan de xwe bispêre sebra wî. Di korfêmiya ker û ehmeqan de xwe bispêre zanebûna wî. Ji xefika nefsê xwe, ji dek û dolabên şeytanê xwe, destê xwe rake û xelasiyê bixwaze. Xwedê, xefên bixêr vedide. Xefka Xwedê besî xapandina wan e, rastiya Xwedê besî hemû derewan e, helalên Xwedê besî hemû heramiyan, fermanên Xwedê besî hemû aloziyan. Ji xwespartinê re Xwedê bes e.

Di dinyayê de weke te kesî din newêrek nîne, hey evîndar !Bi hezar kedê heta te yar xiste destê xwe, tu ditirsî ku ji destê te derkeve.Tu di tirsa xwe de derdikeve. Ew tirs azmûna te ye. Tu ji xwe ditirsî. Lê teqwa, ne tirseke ketûber e. Aqlê dilê te ye. Hezkirina biaqil e. Danûstendina bikar e, hişê şixulkar e. Ku te xwe winda kir evîn ji çi re ye, ku te evîn dît tirsa te ji çi re ye?  Ku tirsa mirinê bi ser ya dad û heqîyê ket destpêka mirina civakê ye. Ji bo vejîn  û qiyama civakê tirsa Xwedê bes e.  Tirseke bi wî bawer, tirseke ji wî hezker, tirseke ku ji wî re bûye ‘ebd. Tirsa pêşerojê bes e.

Ku te dest pê kir navê wî bes e ku qediya şikra wî.

Zîwer Îlhan

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply