Xwe Nexapîne û Bi Zimanê Xwe Bixwîne

Di vê sala 2015an de çewa ku min nivîsên hevalên xwe yên Facebookê yên tirkî xwendine, ji %20ê wan belkî ne kurdî bûne.
Ev hawe zanîna bingeha meriv a di demên xeter û siqûmatan de tîne bîra meriv ku di wan deman de zimanê meriv ê bingehîn çi be ji ber xwe ve derdikeve holê. Îcar çi dema ku li Kurdistanê cewr û zext li ser Kurdan zêdetir dibin, zimanê Kurdan jî dibe yê tirkî

– Ey Kurd, xwe nexapîne û bi zimanê xwe bixwîne. Her tiştî bide aliyekî, lê giringî bide ser zimanê xwe yê netewî; pê binivîse û pê bixwîne. Eger tu bi zimanê xwe nexwînî, kes te meriv jî nahesibîne, ji ber ku tu dibî ne çu tişt.

Biner, Xwedayê mezin gotiye ku wî mirovan dabeşê ser neteweyên cuda cuda kiriye (Suret Hucurat, Ayet: 13).

– Eger tu bi Zimanê Tirkî (yan erebî û farisî) xeberdidî, wê dewlet bêje te: “Va ye tu bi zimanê min dipeyivî. Çênabe ku tu zimanê min perçe bikî! Îcar tu doza çi dikî?”

– Eger tu bi Zimanê Tirkî bifikirî û binivîsî, wê dewlet bêje te: “Va ye tu weke min disêwirî, nexwe tu beşek ji min î. Niha tu çi dixwazî?”

– Eger tu li gor çanda Tirkî dilipikî û tevdigerî, wê dewlet bêje te: “Va ye tu xwediyê Çanda Tirkî yî, cudatiya te ji min tune.”

Di Medyay Tirkî de pir caran derketiye ku wan kenê xwe bi Kurdan kirine û gotine ku “Kurd civîn û kongreyên xwe jî bi Zimanê Tirkî dikin.”

– Eger tu bi zimanê xwe nepeyivî û pê nenivîsî, tu wek netewe di nava 7,5 milyar mirov de, wek mirov nayê hesibandin.
Ji ber hindê bikaranîna zimanê netewî pir girîng e.

Ev nivîsa min ji 270 gotarên min ên sala 2015an, ya 268an e. Hin hevalên me dipirsin: “Çima tu bi tirkî jî nanivîsî?”

Qeymeqamê ku gote min “Eşşekçe konuşma” ji bîra min naçe. Lê heta ku Zimanê Kurdî jî neyê sawiya Zimanê Tirkî, ez bi tirkî nanivîsim.

Îcar eger ji kurdan ez tenê jî bimînim, ez ê dîsa bi kurdî binivîsim û nivîsên xwe emanetê Xwedê bikim.

Xwedayê mezin hogiriya Kurdan ji bo Zimanê Kurdî zêdetir bike.

Silavên germ bo we hemiyan ji welatê sar û seqemê, her şad û dilgerm bin…

 

Stockholm 27/ 12/ 2015

Zeynelabidîn Zinar

Derbar Rêvebir

Check Also

Peyvên Me Ji Kû Tên?

Peyvên hemû zimanan ji çend çavkaniyên cuda ne. Bo nimûne: 1) ji binemala wî zimanî …

Leave a Reply