Ji semedê hest û pêjnên minê tevlihevî
Ev jiyana min bibû mina heyveka nîvî
Alîyek min şev bû, şeveka tarîstan
Alî yê din jî wekî rojeka kêf û seyran
Alîyek min gure gura wî bû dişewitî
Alî yê din jî diricifî ji serma û cemedî
Alîyek min mîna gurme gurma tava biharê diçirisî
Alî yê din jî di bin mij û ewrê reş da diçingizî
Alîyek min mina dojehek bibû agirîstan
Alî yê din jî wek bihuşteka li nav gulistan
Alîyek min gundî bû, ez bûm yekî heremî
Alî yê din jî bajarî bû, ez bûm yekî gerdûnî
Alîyek min ronakbîr bû, ez bûm yekî rewşembîr
Alî yê din jî nezan bû, min jî dewra digot şîr
Alîyek min oldar bû, ez bûm yekî kevnêperest
Alî yê din jî nûgerî bû, ez bûm yekî nûjenperest
Lê oldaran nedihişt ez bibim nûjenperest
Nûjenperweran jî nedihişt ez bibim olperest
Ez di nav van dijrabertî yan da digevizîm
Min nizani bû ez tîrim, şûrim yan jî rim
Dibên heta mirov xwe nas dike
Mirov emrê xwe xelas dike
Niha ez jî xwe dipirsim; ez kî bûm?
Di nav ev cîhanê da ez winda bûm
Gelo ez Tirk bûm, Erep bûm yan jî Ecem bûm?
Na weleh ez Kurdekî neçar û belengaz bûm
Min xwe nas kiribû ez Kurd bûm bêguman
Lê tu cih û şûna min tunebû li ser ev cîhan
Ez wek pelê payîzê difiriyam bêcîh û bêwar
Welatê bav û kala par kiribû çar mêtinkar
Perçe ki min bû Misilman yek Zerdeşt yek Êzidî
Lê hemû perçê min li ser dinê bibûn bêxwedî
Li hemû dever û êrdîm û herema ez bibûm pênaber
Bira(!) yê minên olperest ji vê rewşêra digotin qeder
Nûjenperweran jî digot: ji bîr bike raboriyê
Tiştê çûn li paş maye ew êdî bihoriye
Ji niha pê ve emê birênin li pêşerojê
Çi nûgerî hebin mê bi destxin rojbirojê
Lê nûjenperweran nizanibû dar bê kok hêşîn nabe
Olperestan jî nizanibû ev rewş çima wiha xerabe
Min dixwest ez rast bikim vê rewşê
Lê ez bibûm mina giyayê nav hewşê
Giyayê hewşê ji xwedîyê malê ra tehle
Mixabin nizanibun pirpitîna min j’bo gel hewle
Girdanekê min qetandibûn , winda bibû dîrok
Ez digerîyan bi çalepêka û li ser anîşk û çok
Çand û wêjeya me ka, li kune nêrît û kevneşop?
Em Kurd bê wan dihelin hêdî hêdî dilop dilop
Ka Xanî ka Melayê Cizîrî ka Feqî û ka Celadet?
Ku’m wan nenasin û neşopînin mê dîl bin ta ebed
Ka Sîyaphoş ka Baba Tahîr û ka Elî Herîrî?
Hewceye em wan binasin û bixwînin bijîrî
Divê em bihev girêbidin pêşerojê û dîrok
Û em xwe bibestînin nêrît û kevneşop
Ji nûjeniya bibin agahdar û ji bîr nekin ziman
Çand û wêjeya me fêr bibin keç û xortên ciwan
Ev rê bi tenê ye ji boni me Kurdan filat
Encamê da serbixweyî wê j’bo me bibe xelat
Gelo em van pêkbînin emê bifilitin ji van dijrabertiya
Nizanim. Lê emê bên xuya mina nêrgîzek li nav giya
Emre MÛHARGÎNÎ
AMED /09.01.2015