Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê.

Rojên şîregerm û ronî yên havînê li pey man. Di mehên zivistanê de ji ber kişwera zehmet, ji ber hewaya girtî û tarî bêhna mirov jî teng dibe û ev jî li ser derûniya mirov bandorê çêdike. Ji bo ku mirov xwe ji van rewşên menfî biparêzin pispor dibêjin derkevin ber tavê û sporê bikin.

Psîkolog Beril Yardımcı, bal dikşîne ser şertên fîzîkî ve civakî yên li ser deruniya mirovan û dibêje ev şertên fîzîkî û sosyal dike ku mirov xwe depresîf hîs bike.

Ji bo xweparastina ji van şertan hinek pêşniyazên Psîkolog Beril Yardımcı wiha ne: Tava rojê rê li ber depresyona zivistanê digre. Loma divê mirov nava rojê herî kêm 2-3 saetan derkeve ber tavê. Her wiha meş û bez jî ji bo ku mirov depresyona zivistanê ji ser xwe bavêje egsersizên baş in. Ku hewa sar û tarî be jî, ku dinya ewr be jî divê mirov dev ji tavê bernede, divê miheqeq mirov derkeve derve û piçekî li ser xwe bigere. Ev ê mirovan zindî bigre.

Çavkanî: zamankurdi 

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply