Ez ê behsa xwarinên ji bo tenduristiya dil û demaran sûdmend bikim.
Kakilê Gûzê
Di qaqilê Gûzê de rûnê binavê omega 3 û gelek lîf hene. Omega 3 rûnê di laşê mirov de ye ku zirarê dide dil û demaran kêmtir dike, asta kolesterole dadixîne, Rojane çengek qaqilê Gûzê xwarin pir sûdmend e. Şûna ku hûnê cîps û pasteyê bixwin kakilê gûzê bixwin çêtir e.
Behîv
Di naveroka behîvê de rûnên monounsature, lîf û sterolê nebatan heye. Behîv asta kolesterole nebaş e binavê LDL dadixîne. Rojane nîv çeng xwarin pir sûdmend e.
Pirteqal
Di naveroka pirteqalê de lîfê binavê pectin heye, pectin asta kolesterole dadixîne. Pirteqalê de mîneralê potasyûm ji gelek e, Potasyûm tansîyonê mirov aram dike. Rojane 2 pirteqalê xwarin sûdmend e.
Mastê Kêmrûn
Di naveroka mastê kêmrûn de mîneralên wekî kalsiyûm û potasyûm hene. Kalsîyûm û potasyûm him tansîyon aram dikin him jî hestûyan bihêz dikin. Heke hûn mast hezdikine mastê kêmrûn hilbijêrin.
Gilyaz
Di naveroka gilyazan de antîoksîdanê binavê anthocyonin heye. Anthocyonin dîwarê demaran baş diparêze. Him gilyazên teze him jî yên hişkkirî sûdmend in.
Blubêrî an Pêşik/Direşik
Di naveroka direşikan de gelek madeyên antîoksîdan û fîbrîl hene. Antîoksîdan demaran diparêze, fîbrîl jî pêş li qelewîyê digire.
Fasûlîyeyên Reşik an Barbunya
Di naveroka fasûlîyeyên reşik de vîtamîn û mîneralên wekî folat û magnezyûm, gelek cureyên antîoksîdan û fîbrîl hene. Magnezyûm tansîyon aram dike, fîbrîl jî nehêlin şekir û kolesterol zêde bibe.
Masiyên Somon
Ji bo tenduristiya dil û demaran xwarina masîyan gelek sûdmend e, taybetî jî masiyên somon. Di masiyan de rûnê binavê omega 3 gelek e, Omega 3, înflamasyona laşê mirov kêm dike, asta kolesterol û trêglîserîd dadixîne û rîtma dil aram dike. Di hefteyekî de 2 caran masi xwarin tê pêşniyarkirin.
Rûnê Zeyte
Di rûnê zeyte de gelek antîoksîdan hene, ev antîoksîdan dîwarê demaran diparêzin. Heke li şûna rûnê rîwekan û margarîn rûnê zeyte be bikaranîn asta kolesterolê laşê mirov jî kêmtir dibe. Di dawiyê de him dil him jî demar têne parastinê.
Şofan Çewder û Ceh
Şûna xwarinên ji rizê(birincê), xwarinên ji genimên cûrbicûr sûdmend in. Xwarinên ji şofan çewder û ceh alî fîbrîlan ve pir dewlemend in, ev fîbrîl him asta şekir him jî asta kolesterole kêm dikin û dilê mirov diparêzin. Ji bo kêmkirina kîloyan jî xwarinên alternatîf in.
Tovê Kitanî
Di naveroka tovê kitanî de, fîbrîl, madeyê binavê lîgnan û Omega 3 hene. Tovê kitanî him dil û demaran diparêze him jî asta kolesterol kêm dike.
Catirî û Çaya Çê
Bijîşk û pisporên parize pêşniyar dikin ku şûna sosên fabrîkasyon biharatan bikarbînin. Di naveroka biharatan de gelek cureyên antîoksîdan û fîbrîl hene. Catirî û çaya çê metabolîzma laşê mirov bileztir dikin, înflamasyonê kêm dikin û demaran diparêz in.
Mewîj an Meya Sor
Di naveroka dendikê mewîjên û meya sor de, madeyên binavên resveratrol û catechin hene, ev her du made antîoksîdan in û dil û demaran baş diparêzin. Vexwarina alkolê nê pêşniyarkirin lê heke hûn alkolê vedixwinê alternatîfa herî baş, meya sor e. Rojane qedeheke zêdetir venexwim.
Ji bo tenduristiya dil û demaran şikla jîyana mirov pir girîng e. Hilbijartina xwarinên dirist û werzîş kirin di destê mirov daye. Divê em xwe ji sirûştê û xwarênên sirûştî dûr nebixin.
Dr. Ronî Zanyar