Xwarina Xaşîla Gûlikê

Xaşîla gûlikê xwarineke ji gûlikê ye. Cureyek xaşîlê ya pêjgeha kurd e. Pirranî biharê tê xwarin, lewra gûlik biharê hêşîn dibe, temenê wê gelek kurt e, paşê qert dibe, nayê xwarin.

Ji gûlikê gelek xwarin tên çêkirin. Bi belekiyên berfê re, gûlik jî gupik vedidin, di nava 15-20 rojan de gûlik tê berhevkirin.
“Temenê te bi temenê gûlikê be”

Di wêjeya devkî de, heger yek ji yekê re nifiran bike dibêje “temenê te bi temenê gûlikê be, emrê te bi emrê gûlikê be”. Lewra gûlik zû qert dibe, paşê nêrî dide, êdî nayê xwarin.

Ev xwarin pirranî li Serhed, Xerzan û li aliyê Sêwas û Dêrsimê tê xwarin.
Berkeliya xaşîleya gûlikê

Ev terîfe li gundekî Kopê hatiye tomarkirin, dibe ku hin varyasyonên din jî hebin.

Gûlika teze, ya ne qert bûye
Rûnê nivîşkî
Savar
Li ser daxwazê biharbêhn (biharat) û ava lîmonê
Xwê (kesên parêzê de ne, parêzê digirin bila bê xwêyê be yan kêm xwê)
Av

Çêkirin

Gûlika xwe pakij bikin, baş bişon, hûr bikin. Bixin quşxaneyê heya hinekê hişkijî bû, terr bû bikelînin.

Savara xwe bikelînin û berdin quşxaneya gûlikê. Bi hev re bikelînin û bêî rawestan tevdin heya ava wê kişiya. Wekî xaşîlên din, nava wê kûr çal bikin (wekî bîrê), rûnê qijilandî berdinê. Êdî amade ye bo xwarinê.

Li hin deveran, goştê kelandî hûrik hûrik li ser binikên xwarinê datînin, xaşîla gûlikê dikin ser û dixwin. Ango goşt jî tevlî dikin. Lê xaşîla gûlikê bêî goşt xweştir e.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Şiroveyek

  1. Min pir xwariye Dayika min gelek cara çêdikir lê çi feyde ev çend sale min ne xwariye.

Leave a Reply to pirtûkgehCancel reply