Axx! Xwarina Jinika Berê (Çîrok)

Hebû  tunebû.

Xilaf ji Xwedê kes tune bû.

Mêrikek hebû, jina mêrik dimre. Mêrik dîsa dizewice. jina wî ya nû pir şek û karpaqije. Jinik xwarinê herî xweş çê dike dibe ber mêrê xwe lê mêre wê begem nake. Roja yekemîn xwarinê çê dike dide ber mêre xwe mêrê wê dixwe lê begem nake. Dibê: “Axx! Xwarina jina berê.” Roja duyemîn dîsa jinik xwarinê dide ber. Dîsa dibê “Axx! Xwarina jina berê.”

Jinik pirr xemgîn dibe, difikire dibê: “Acêb wê jinikê xwarineke çawa çê dikir ku ev mêrika dibê ‘xwarina jina berê, ha jina berê.’ Rojek jinik bi karda dikeve û xwarinê li ser ocaxê xwarinê bîra dike. Xwarin dişewite. Mêrik ji paliyê hate pir birçîbûye. Dibê: “Zû xwarinê bîne ez ji birçîna ketim.”

Jinik pir xemgîn e, dibê: “Mêrik zatî xwarina min begem nedikir. Îjarê min ê der bike.” Xwarina şewitî dide ber mêre xwe mêre wî xwarinê dixwe dixwe dibê: “Ayy! Çi xwarineke xweş e. Xwarina jina berê çû ye.” Jinik şaş dibe, dibê: “Lawo te xwe şaş kirîye, ev xwarina şewitî ye. Jina te ya berê xwarina şewitî daye te.” Û paşê her du jî bi hew dikenin.

Sibel Duman-Çandname

Çavkanî: Zelîha Duman, temen 48 salî, xwendina wê tuneye.  Çîrok ji bapîra xwe guhdar kirîye. Dever: Amed

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply