Lêkolerên bijîşkî hertim diyar dikin ku şîr, Mast, penîr û hemû berhemên ku ji Şîr tê çêkirin, bo bihêzkirina hestiyan başin, lê ew yek ne bi wataya vê yekê ye ku bi tenê şîr ji bo hestiyan başe, belkû mirov dikare bo xurtkirina hestiyan sûdê ji çend xwarinên din jî werbigire ku tije madeya Kalisyomê ne û vîtamînên cuda di nava pêkhateya wan de hene.
Mînak, gelek cureyên şînahî weke, kerewiz, karnabahar(Karnabît) û kaho , her wiha, fistiq, badam, baqla û fasulya, pir başin bo xurtkirina hestiyan.
Ji aliyekî din ve pisporên tenduristiyê yên Japonyayê dibêjin, vexwarina madeyên xazî hestiyan bê hêz dikin û şikestina hestiyan hêsan dikin.