Dema Resûlê Ekrem û eshabên wî ji sewalên xwe peya bûn û barê xwe danîn ardê berxek dirêjî ardê kirin û dest bi amedekarina xarinê kirin.
Yek ji wan got: “Mihê ezê bigurînim.”
Yê din : “Eyarê mihê ezê bigiwirînim.”
Ê sêyem jî: “ Goştê wê ezê bipijîrînim”
Û her yek gotina xwe bilêv kir…
Resûlê Xwedê(sxl): “ Ezê jî ji çolê daran kom bikim” got.
Koma bi wî re gotin: “Ey Qasîdê Xwedê(sxl) kerema xwe tu zahmetê nebîne û rûne, emê tevahiya van karan bi kêyfxweşî bînin cîh”
Resûlê Xwedê(sxl): “Belê ez bi xwe zanim hûn dikarin bikin, lê belê Xwedê, her kî di nav heval û hogirê xwe ji xwe re ciyek taybet werbigre xwe ji wan cuda bizanibe û pozê xwe bilind bike hez nake” got. Pişt re berê xwe da çolê dar û êzing kom kirin û hat.
kurdihikaye.blogspot.com