07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Xwarin- Boreka Avî

MELZEME – PÊDIVÎYÊN XWARINÊ

Têra  sêniyekê

*Ardê genim: Kîloyek

*Hêk: 12 heb

*Îsota reş: Piçek

*Goştê cengekirî: Kîloyek

*Nişe: Qedeheke avê

*Bexdenûs: Qevdek

* Rûnê malê: 500 gr

*Xwê û av: Têra borekê

ÇÊKIRINA BOREKA AVÎ

Ardê xwe bixin teştekê, hêkan bişikînin, biçirpînin û berdin ser.Kevçîyek xwê pê werkin û bistirên heta ku hevîr bi nav hev ket û mîna nermika guh hev girt. Hevîrê xwe bikin 12 girik û girêkên hevîr di bin paçekî hêwî de 10 deqeyan ragirin bila vehese.

Xerca wê ya bi goşt: Rûn û goştê hûrkirî bixin beroşekê û deynin ser argûnê. Gava goşt di ber rûn de sor bû, xwê, îsota reş pê werkin, bexdenûsa hûrkirî berdin ser, tev bidin û ji ser argûnê deynin.

Ard û nişeyê tevlî hev bikin, girikên hevîr li ser textê nên bi avî ardî tev li hev bi qasî giloveriya sêniyê vekin. Berî ku sewika we vekiriye bixin binê sêniyê, sêniyê bi rûnê malê biseyînin da ku gava hevîr pijiya bi sêniyê ve negre û li binê sêniyê  raxin. Hinek av berdin beroşekê, kevçiyek xwê pê werkin, bidin ser argûnê, bila ava we bikele. Çaxa av bi kelê ket, beroşeke din jî ava sar dagrin û deynin kêlaka xwe. Sewikê veqetînin û yên din bidin ser hev, bi kêrê bikin 4 keriyan (bila kerî wekî hev bin) her keriyekî pêşî berdin nav ava germ, bila bi qederê çend deqîqeyan di nav ava kel de bipije, paşê derînin, bixin nav ava sar. Dema we keriyê pehtî di nav ava sar de hilanî, raxin bila zuwa bibe. Keriyê zuwabûyî di sêniyê de li ser hev û li gorî sewika li bin sêniyê raxistî bi qor bikin. Dema ku we her qorek raxist hinek rûnê helandî li ser bigerînin.Gava we bi vê şewazê 6 fetir li ser hev danîn, xerca xwe ya ku we amade kiriye li serê raxin.Paşê her 6 sewikên xwe yên mayî jî yek û yek bi heman şêweyî temam bikin, lê sewika dawîyê li ser raxin. Ku rastkirina sewikên we temam bû, têbixin firinê. dema boreka we sor bû, ji firinê derxin û bi kêrê kerî bikin û deynin ser sifreyê.

Noşî can be

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply