Gelî Mirovan!
Baş guh bidin gotinên min. Ez nizanim dibe ku pîştî vê salê careke din heta dawiyê em digel hev li vir nikarin bicivin.
Gelî Mirovan!
Ev rojên we çawa ku rojeke pîroz e, ev mehên we çawa ku meheke pîroz e, ev bajarê we Mekke çawa ku bajarekî pîroz e, Canê we, Malên we, namûsên we jî wiha pîroz in û ji her cûreyên êrîşan di ewleyîye de ne.
Eshabê Min!
Sibê hûn ê bigihîjin rebbê xwe û hûn ê ji her hal û tevgerên xwe yên îro berpirs bin. Piştî min qet venegerin xirabî û şaşiyên xwe yên berê û serê hev jê nek in. Vê wesiyata min kesên li vir bila bigihînin kesên ne li vir in. Dibe ku kesê paşê van gotinên min bibihîsê ji kesên li vir bihîstine, baştir fam bike û biparêze.
Eshabê Min!
Li ba kê emanetek hebe bila wê bide xwediyê wê. Her cûreyê Faîzê hatiye rakirin û di bin piyê min de ye. Lê dive hûn deynê xwe yê esil bidin. Ne zilmê bikin ne jî li rastî zilmê werin. Bi fermana xwedê êdî faîzkarî heram e. Her cûreyê vê kevneşopiya xirap ya ku ji heyama cahîliyeyê maye, di bin pîyê min de ye. Faîza ku min pêşî rakir jî a Abbas kurê Abdulmutalîp e.
Eshabê Min!
Berberiyên ku li heyama cahîliyeyê dihatin kirin bi temamî ji holê hatine rakirin. Berberiya ku min pêşî rakir jî ya neviya Abdulmutalîp Rebîayê ye.
Gelî Mirovan!
Îro li ser van axên we bandor û hikumdariya şeytan bi temamî ji destên wî çûye.
Lê ji xeynî van tiştên ku min ji holê rakirin, heke hûn di tiştên ku piçûk dibînin de li gor wî biçin û gotina wî bikin dê ev jî wî kêfxweş bike.
Ji bo ku hûn dînê xwe biparêzin ji van tiştan dûr bisekinin.
Gelî Mirovan!
Ez ji we re pêşniyaz dikim ku rêzdarî nîşanî mafên jinan bidin û di vê mijarê de ji xwedê bitirsin. We jin wek emanetê xwedê girtin. We bi navê xwedê sond xwar û rûmet û paqijiya wan ji xwe re helal kirin. Mafên we yên li ser jinan ev in: divê rûmeta malbata we muhafaza bikin, deriyê mala we ji kesên ku hûn ji wan heznakin re venekin û binpênekin. Mafên jinan ên li ser we jî ev in: li gorî orf û adetan her cûre xwarin û cilên pêvîst ji wan re peyde bikin.
Gelî Mumînan!
Ez emanetekê ji we re dihêlim ku hûn heke li gor wê bimeşin û tevbigerin hûn ê tû carî riya xwe şaş nekin. Ew emanet kitaba xwedê Qur’ana pîroz e.
Gelî Mumînan!
Gotinên min baş guhdarî û muhafaza bikin. Misilman birayê misilman e û hemû misilman birayê hev in. Misilmanek nikare mafekî birayê xwe yê misilman bi zorê bistîne, ev ne helal e. Lê yên ku ji dil tên dayîn cûda ye.
Eshabê Min!
Zilmê li nefsa xwe jî nekin. Mafê nefsa we jî li ser we heye.
Gelî Mirovno!
Xwedayê Teala Mafê her mafdarî daye wî. Ji bo werîsan ne hewceyê wesîyetê. Zarok di doşeka kê de hatibe dinê, yê wî ye. Ji kesên zînekar re cezayê mehrûmiyetê heye. Bêtûxmê ku ji xeynî bavê xwe, xwe ji tûxmekî din nîşan didê û nankorê ku ji bilî xwediyê xwe li gor yekî din tevdigere, bila rastî xezaba xwedê, laneta melaîketan û dijminatiya hemû misilmanan bê. Xwedê Teala ne tobeyên van kesan ne jî şehadetên van kesan qebûl dike.
Qasidê Xwedê pîştî van gotinan ji guhdaran pirsî:
Gelî mirovno!
‘Sibê wê min ji we bipirsin. Hûn ê çi bibêjin?
Eshabê Kîram bersiv da : ‘Em ê şehadete bikin ku; Te peyamên Xwedê gihandin me, Te peywira xwe bi cîh anî, Te wesyet û şîret li me kirin’
Resûlê xwedê (s.x.l) tilîya xwe ya şehadetê rakir û sê caran: ‘şahîd be ya Reb! şahîd be ya Reb! şahîd be ya Reb!
Got Û xutbeya xwe ya li Arafatê xilas kir. Pêxemberê Xwedê (s.x.l) heta ku roj çû ava li waqfeyê sekini. Tam wextê ku biryar da dê ji vir dakeve, ji nişka ve ew ayeta 3’yemîn ya Sûreya Maîdeyê peyda bû, Pişt re Pêxemberê Xweda (s.x.l) li hêştira xwe siwar bû û bi hêdî hêdî ji Arafatê daket, hat Muzdelîfeyê. Li vê derê, bi bangekê û du qametan nimêja êvar û eşayê kir yek û nimêj kir. Pişt re jî bêhna xwe veda. Dema ku sibê bû jî tevî cemaetê nimêja sibêhê kir û piştî ku dinya tam ronî bû, ji wir jî derbasî devera Cemretü’l Akabeyê bû. Piştî ku şeytan recim kir, Resûlûllah (s.x.l) hat Mînayê û li vir, beşa din ya Xutbeya Xatirxwestinê got. Pexemberê Xwedê (s.x.l) piştî ku hemd û sena ji Xwedê re kir wisa berdewam kir:
Gelî mirovan!
Hûn li gotinên Pêxemberê xwe yê ku we bi kitêba Xwedê ve gire dide, baş guhdar bikin û bi ya Wî bikin. Îbadeta hecê we çawa ji min dîtibe hûn jî bi heman awayî bikin. Ez wisa difikirim ku, piştî vê salê careke din nikarim hecê bikim.
Gelî Mirovan!
Guhertina cihê mehan û bi paş ve hîştin di înkarê de zêdegavîye. Kafir bi vî awayî ji riya rast derketin. Ji bo ku hejmara mehên heram li hev bînin, salekê mehên heram helal dihesibandin û sala din jî ev mehên ku helal kiribûn heram dihesibandin. Bi vî hawî tişta ku xwedê heram kiribû wek helal qebûl dikirin. Niha dem vegeriya rewşa xwe ya berê ya ku xwedê erd û asîman afirandibû. Li ba xwedê hejmara mehan dozdeh in. Ji van mehan çar meh mehên pîroz in ku sê meh, Zilqadê, Zilhicce û Muharrem li pey hev tên, ya çaran jî Receba di navbera Cemazîaxîar û Şabanê de ye.
- -Gelî Mumînan! Ev meh kîjan meh e?
- Sahabîyan got: Xwedê û pexêmberê wî baştir dizanin.
- -Ne meha zilhicceyê ye?
- Sahabîyan got: Belê Zilhicce ye.
- -Ev devera ku em tê de ne kîjan dever e?
- Sahabîyan got: Xweda û pexêmberê wî baştir dizanin.
- -Ne bajarê Mekkeyê ye?
- Sahabîyan got: Belê ev der Mekke ye.
- -Îro kîjan roj e?
- Sahabîyan got: Xweda û pexêmberê wî baştir dizanin.
- -Ne roja Yewmunnahrê(roja serjêkirina Qurbanan) ye.
- Sahabîyan got: Belê îro roja Yewmunnahrê ye.
Naxwe baş bizanibin; çawa ku li vî bajarê we li vê devera we ev roja we pîroz e, rijandina xwîna hev, destavêtina mal û milkê hev, dest direjkirina namûsa hev jî ji we re heram e, ji her cûreyê êrîşan bêguneh in. Bêgûman hûn ê bigihîjin rebbê xwe û wê demê hûne ji van hemû tiştan bên pirsandin.
Gelî Mirovan!
Hişê xwe hildin serê xwe û piştî min bi awayekî xirap li sitûyê hevdû nexin, nekevin nav hovîtiyê û venegerin heyama cahîliyeyê.
Gelî Mirovan!
Guhê xwe bidin van şiretên min û bila kesên li vir ji kesên ne li virin re bibêjin. Dibe ku kesê ne li vir e ji kesên li vir guhdarîyê dikin, baştir fêhm bike.
Pişt re Qasidê Xwedê (sxl) du caran pirsî kir:
- -“Min teblîx kir?
- Sehebeyan jî gotin:
- -“Belê te teplîx kir.”
Li ser vê jî Resûlê Xwedê got:
- -“Şahid be ya Reb.”
û disa bi bîr anî:
- -“Kesên li vir bila ji kesên ne li vir in re teblîx bikin.”
Wergera:
Ridwanê Xelîlê Elîyê Mihemedê Êrdî