Ew tiştên ku xuslê wacib dikin:
- Bi çi sedemê dibe bila bibe dema menî (avik) ji mêr an ji jinê
were.
- Munasebeta cinsî çiqas ku menî neyê jî.
- Yê kafir dema misilman bibe.
- Dema jin bikeve cilan (xwîna bênimêjiyan).
- Çaxê jin welidi xwîna nîfasê bibîne nebîne.
- Mirovê musilman dema bimire. Di van tevan de xusil wacib dibe.
Ferzên Xuslê:
- Niyet e: Ew ê bibêje: Ez cenabetê ji ser xwe radikim yan farza nimêjê li xwe helal dikim.
- Paqijkirina necasetê ye eger ku li ser laşê wî hebe.
- Şûştina temamê beden û muyên ser bedenê ye. Bi rewşeke wisa ku lazime temamê beden û mûyên ser bedenê şil bibin.
Sunetên Xuslê
- Bi navê Xwedê dest pê bike.
- Beriya xwe bişo desmêj bigre.
- Bi destê xwe laşê xwe bifirkîne da zuwahî nemîne.
- Li pey hev xwe bişo.
– Pêşî rastê xwe paşê çepê xwe bişo.
Agahdarî: Li ser mêr û jina ku bi cenabet be, destdana Qur’anê, nimêj, tewafa Beytê, xwendina Qur’anê û sekna di mizgeftê de he- ram e.
Li ser jina di hayz û nîfasê de, digel vanên me gotin girtina rojiyê û munasebeta cinsî jî heram e.
Hüseyin Gündüz-Bingehên Baweriya Îslamê