Xur çiye? Laşe mirov de çima xur çêdibe?

Di laşe mirov de xur problemeke. Di tibbê de navê naxweşîya xur ‘’Prurîtus’’e. Ev nexweşî di çermê mirovan de damar hene dema ku ev damar hîşyar dibin xur çêdibe. Bi hişyabûna rayên çerm hîssên xurî tê mirov. Sedemên xurê gelek in. Ev xur carna ji ber hinek nexweşîyan dibe. Carnan jî dibe ku sedem alerjîk be.

Nexweşîyên Dibin Sedêma Xur e
Ji bo çareserîya nexweşîya xurê gelek rê û rêbaz hene. Ji wan yek heger mirov sedemên xurê bizaniba wê li gor nexweşîya xwe tevbigere û di derbarê nexweşîya xwe de wê hişmend bibe. Ewilî divê cîhê dixure mirov zêde nexurîne. Eger mirov zêde bixurîne wê di cermê mirov de birin çêbibe û ew jî wê bibe sedêma nexweşîyên din.


 

  • Bertekên Alerjîk

alerjik-reaksiyonlar

Di nava sedemên nexweşîyên xurê de herî pêşî reaksîyonên alerjîk tê. Bertekên alerjîk dema ku mirov di derdor û hewayên bibe sedêma alerjîyê, wê demê laşe mirov bi hewayê re dikeve têkilî û xur destpê dike. Mesela eger alerjîya w eli tozê hebe û heger hûn bikevin derdoreke ku toz lê heyî dibe k udi çermê laşê we de xur derkeve holê. Carnan jî sabun, şampuan, berên kozmetîkê  û cilên ji pembû nehatîye çêikirin jî dibin sedemên alerjîyê.


 

  • Nexweşîyên çermegzama

 

Sedemên xurê ya herî mezin nexweşîyên çerm e. Ji wan weke egzema, bikimê (mantar) û weşandina çerm. Ev nexweşîyan hemû dibin sedemên xurê. Ji ber van nexweşîyan di laşe mirov de tene hinek cî dixure. Ji bo vê xurê re çareserîya herî bi bandor bikaranîna derman e. Lê bele heger nexweşîya weke egzema bikime hebe divê bi ava cemîdî wê derê komres bikin.


 

  • Heger çermê we ziwa bekuru-cilt-kasintisi

Carnan xurê di laşê mirov de bê sedem jî derdikeve holê. Mesele heger hûn xwedîyê çermekî ziwa bin dibe ku ev jî dibe sedema xurê. Çareserîya vê jî divê hûn laşê xwe hêmî bikin. Yan jî dermanên hêmî kirine bikabînin.

 


 

  • Gezgezk û germîjokkurdesen-isilik

 

Li hember bertekên alerjîk laşê mirov medeyekê kîmyewî ya bi navê hîstamîn peyda dike.dema ku ev zêde beli ser çermê mirov gezgezk çêdibin. Di nava gel de ji vê nxweşîyê re dibêjin ku gezgezkan diweşîne. Di vê nexweşîyê de di çermê mirov de peqik tên dîtin. Ev peqikan spî an jî sor in. Divê wan peqikan neteqînin û nexurînin jî. Başbûna wan pqeikan di navbera 4 û 6 hefteyan de ye. Dema kul i ser çermê we gezgezk hate dîtin divê hûn ji alkol dûr bisekinin.

Germîjok jî weke gezgezkê li ser çermê mirov peqik çêdibin. Germîjok bi taybetî di demsala havînê de tê dîtin. Yanî ji germê derdikeve holê. Dema ku germîjok hate dîtin divê mirov miheqeq here bijîjk.


 

  • Ducanatî û Menepozhamilelikte-kasinti

Di jinan de du dem hene ku hevsengên hormonên wan xerab dibe. ji wan yek ducanîtî ye yê din jî dema Menepozê ye. Di van herdû deman de ji berk u hevsngên hormonên wan xerab dibe xur çêdibe. Bergirîyên vê xurê jî wê ji xwarinê din av de Omega-3 heye dûr bisekinin. Ya din jî gelek av vexwin. Ji stresê dûr bisekinin. Herweha carnan di jinan de di dema ducanîtîyê de bi taybetî derdora zik, pêsîr û milên wan de xur tê dîtin. Lê belê piştî çêbûna zarok ew xur derbas dibe.


 

Ji Bo Xura Di Laşê Mirov De Divê Kegê Herin Bijîjk?

 

Heger laşê we pir zêde bixur e.

Heger xurê we demeke dirêz berdewam bike û her tim xwe dûbare bike.

Heger bi xurê re hûn nikaribin bêhna xwe bistînin. Di çermê we de weke îltîhabê û nîşanên din jî bibînin.

Heger bê sedem laşê we hemû bixur e. Divê hûn herin bijîjkekî.

 

Werger: Fatma Güneş Şavluk

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply