Yekemînê bernameya O Ses Turkiye (Ew Deng Tirkiye) diyar bû. Di bernameyê de Emre Sertkaya, Turkan Kurşad, Tankurt Manas û Azîz Kîraz mabûn fînalê. Emre Sertkaya û Azîz Kîraz piştî seridandinan, man fînala dawî. Piştî seridandina dawî Emre Sertkaya yê ku bi eslê xwe ji Batmanê ye, bû şampiyon.
Bernameya O Ses Turkiye (Ew Deng Tirkiye) do êvarê bi fînalê derkete pêşberî temaşevanên xwe. Bername gelek bi kelecan bû. Ji koma Hadîse, Azîz Kîraz, ji koma Gokhan û Hakan jî Emre Sertkaya piştî seridandinan, man fînalê. Di seridandina dawî de jî Emre Setkaya yê Batmanî/Elihî bû yekemînê bernameyê.
Çavkani: zamankurdi.com