Xîzan û dewlemend

Weke her carî Qasîdê Xweda (Selat û silavê Xweda li ser wi û malbata wî be) li meclîsê rûniştibû û heval û hogirê wî hawîrdorê wî pêçabûn û wî wek kevirê gûstîlê gistibûn ortayê. Di wê demê de kesekî xîzan ku cil û bergê wî kevin bûn ji derî ket hundir.  Li gorî kevneşopiya çanda İslamî her çi kes dema kete meclîsekê an jî civinekê, li ku derê valahiyekê bibîne hewce dike rûne wê derê ango nabêje ” ez dixwazim li vê derê rûnim” bi nêrîneke wusa tevnagere û ciyek taybet ji xwere hilnabijêre. Ew kes ji hawîrdorê xwe nihêrî, ciyek vala dît û li wê derê rûnişt. Bêhamdê xwe li şûna yekî dewlemend ku payeya wî gelek mezin bû rûnişt. Zilamê dewlemend cilê xwe da ber xwe û hinekî jê dûr ket. Resûlê Xwedê van tiştan dişopand û berê xwe dayê û jê re got:

-Gelo tu dibêji wê peşka xizantiya wî li te bikeve?

-Na Resûlê Xwedê

-Tirsa te ji wî re parek ji serveta te ye gelo

-Na ya Resûlê Xwedê

-Tirsa te herimandina cilên teye gelo

-Na ya Qasîdê Xwedê

-Ji ber çi tu ji wî dur keti û xwe da aliyekî

-Ez li xwe mikur têm ku min şaşiyek kir. Ji ber vê ji bo telafiya ve û bexşandina gunehê xwe nîvê serveta xwe dibexşinime vî birayê xwe.  Lewra min li hemberî wî tevgereke şaş kir. Min bibaxşînin ey Resûlê Xwedê.

Zilamê di nav cilên kevn de got:

-Lê ez ne amademe vê pêşniyarê kabul bikim.

-Cimeat: “Çima”?

Lewra ez bi xwe jî ditirsim rojekê peşka  vê forsê li min jî bikeve û birayekî xwe yê misilman ku weke vî zilamî jî kir aciz bikim dilê wî bişkînim.[1]

Zeynep AZADE  

http://kurdihikaye.blogspot.com.tr

—————–

[1] Usûlî Qafî, c. 2. beşa “Fazîleta faqîrên Misilman “, r. 260.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply