Xisarê dide mêjiyê mirovan

BVO (Brominated Vegetable Oil-Rûnê kesyakî yê bi Brom) hetanî neha di nava gelek vexwarina de cih digirt. BVO bi xwe rûnekî wisane ji keskayî an jî mîwe tête bidestxistin. Di sala bihurî de ciwaneka 17 salî bi navê Sarah Kavanagh li Welatên Yekgirtî yên Emerîka helmeta dijî BVO hatibû destpêkirin. Di vê kampanyaya ku di change.org de ji navnivîsînê re hate vekirin bû sedem ku bi dehhezaran kes beşdar bibin. BVO li Ewrûpa û Japonya hatibû qedexekirin.

Coca Cola jî biryar da ku BVO derxîne.

Coca-cola jî xwe amade dike ku vî rûnê ku xisarê dide mirovan ji nav nexwarinên xwe derxîne.
Pêşberê Coca-Colayê yê herî mezin Pepsî jî sala çûyî ev derman ji nav vexwarinên xwe yên werzişê derxistibû.

Bikaranîna zêde ya BVO dihêle ku xisar di hişê mirovan de çêbibe û tiştan zû jibîr bikin, arîşeyên çerm, arîşeyên hêrsbûnê û gelik nexweşiyên dîtir derdixîne holê.

Çavkanî: Rewanbej

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply