Xezal

Kurdên Sovyeta berê (Kurdên Kafkasyayê) berhemên xwe bi tîpên Krilî dinivîsînin. Wan hetanî niha gelek berhemên çandî, edebî, lêkolînî û dîrokî afirandine. Di van çend salên dawîn de hinek berhemên wan bi metoda Transkrîpsiyonê ji alfabeya Krilî kirin alfabeya Latînî. Ev kar û xebat ji bo çand û zimanê Kurdî xizmetek gelek hêja ye.

Pirtûka bi navê “XEZAL”ê jî bi metoda Transkrîpsiyonê kirine alfabeya Latînî-Kurdî. Yê ku vê karê hêja kiriye Şefîk KAYA ye. Pirtûk 72 rûpel e û di nav weşanên ”Nûdem”ê de hatiye weşandin. Nivîskara pirtûkê Sîma SEMEND e. Ew di sala 1933-an de li navçeya Axbaranê hatiye dinê.

Ji ber ku di nav nivîskarên Kurd de yên jin gelek hindik in, qîmet û rûmeta Sîma Semend hîn jî giranbiha ye. Ew jineka Kurd e û nivîskar e. Nivîskara jin Sîma  Semend du pirtûkên çîrokan nivîsandiye. Berhema wê ya bi navê “Xezal” novel e, çîrokek dirêj e.  Di vê pirtûkê de ji xeynê çîroka dirêj a bi navê “Xezal”ê, du kurteçîrokên din jî hene. Yek jê navê wê “Reva Rihanê” ye, ya din jî navê wê “Mizgîn” e.

Ev berhema hêja bi zimanekî edebî, zimanekî hêsan û zelal hatiye nivîsîn. Naveroka çîroka dirêj û herdu kurteçîrokan jî gelek dewlemend e. Lehenga vê çîrokê navê wê Xezal e. Xezal di kolxozê de dixebite, kar dike. Kolxoz avahiyeke ku di sazûmana Sosyalîzmê de derketiye holê û pêk hatiye. Gundiyên welatên Sosyalîst di kolxozan de bi hevre dixebitin, karê kolektîfî dikin.

Xezal û Karê du keçên Kurd in. Herdu jî hevala hevin. Mirov wexta ku têkiliyên herduyan yên hevaltiyê dinêre, şêrîntiya hevaltiyê dibîne.

Bi navê Qaçax xortekî jî di Kolxozê de dixebite. Ev xort bi yekalî ji Xezalê hez dike. Hevalekî vî xortî jê re dibêje:

—«Xezal ji te hez nake. Ew tu car te nastîne, dev jê berde.»

Qaçax jî dibêje:

—«Gere ez vê qîzê bixwazim. Heke ew min nexwaze jî ez ê wê birevînim.»

Xezal naxwaze niha bizewice. Ew dixwaze di dibîstanê de bixwîne û bibe doktor. Mala Xezalê di Elegezê de ye. Ew ji wê diçe Erîvanê, dest bi xwendina dibîstana bilind dike ku bixwîne û bibe doktor. Xezal di Erîvanê de, di nav rêxistina ciwanan, Komsomolê de jî kar dike. Xezal di Erîvanê de diçû tiyatro û operayê.

Xezalê di dibîstana bilind de keçikek û xortek nas kir û bi wan re bû heval. Navê Keçikê Sêvê bû û navê xort jî Ahmed bû. Ahmed ji Xezalê hez dikir, lê nikaribû-şerm dikir- dilê xwe jê re vebike. Lê Sêvê ji Xezalê re dibêje ku Ahmed jê hez dike. Xezal jî ji Ahmed hez dike. Xezal paşê dibe doktor, tê di gundê xwe de dest bi karê doktoriyê dike û paşê jî ew û Ahmed dizewicin. Dawiya çîrokê bi bextiyarî diqede.

Di vê çîrokê de hezkirinek rasteqînî, hezkirinek paqij, evîna bi dilûcan, têkiliyên însanî bi şêweyek gelek baş hatiye qalkirin.

Çîroka duyem navê wê “Reva Rihanê” ye. Rihan keçikek Kurd e. Ew ji şivanê gund, ji Mirad hez dike. Seydo Axa, Axayê gund e. Kurê wî Casim çav berdaye Rihanê. Bavê Rihanê dixwaze wê bide kurê Axa. Lê diya wê naxwaze ew bide Casim. Diya wê ji mêrê xwe re dibêje:

—«Em feqîr in, ew dewlemend in, dê herroj bidine rûyê qîza min. Rihan wî naxwaze. Dilê wê bi Mirad ra ye.»

Bavê wê dibêje:

—«Mirad şivan e. Ew Axa ne, qîza te dixwazin û tu neqayilî.»

Diya Rihanê nexweş dikeve û dimre. Rihan sêwî dimîne. Piştî mirina diya wê, bavê wê ew dide kurê Seydo Axa. Kurê Seydo Axa, Casim ji Rihanê panzdeh sal mezintir e. Rihan gelek li ber dikeve, xemgîn dibe ku bavê wê ew daye  Casim.

Rihan û evîndarê wê Mirad hevûdu dibînin. Rihan jê re dibêje ku bavê wê ew daye Casim. Mirad wexta  dibîhise, sar dibe, erd di bin de diheje, serî lê gêj dibe. Rihan jê re dibêje:

—«Min jî, xwe jî, ji vê zilmê xelas bike! Mirad min azad bike!»

Mirad jî ji Rihanê re dibêje:

—«Heta Miradê te sax be nahêle tu bibî jina Casim Axa.»

Mirad û Xezalê hevûdu bi dizî didiyan.  Mirad biryar dabû ku Xezalê birevîne. Xezalê jî vê biryarê bi dilxweşî qebûl kiribû.

Şevek Mirad, Rihanê direvîne ku wê bibe Tiblîsê. Mala Seydo Axa pê dihesîn, li pey wan dikevin. Rihan li hespê suwar e. Gule bera wê didin, gule li Rihanê dikeve, Rihan ji ser pişta hespê dikeve xwarê û ji Mirad re dibêje:

—«Mirad, zû bireve, ew pê hesiyane, dê te bigirin, her!»

Dinya li serê Mirad dibe doje. Lê Mirad, Rihana birîndar li erdê nahêle û nareve. Ew wê heldigre û birêdikeve, berê xwe dide çiya û diçe. Paşê birîna Rihanê rehet dibe û ew herdu bi hevre dizewicin, digîhijin miradê xwe.

Çîroka Sêyem navê wê“Mizgîn” e. Divê çîrokê de jî leheng qîzek e. Navê keçikê Zînê ye. Zînê li kolxozê kar dike. Birayê Zînê, Selîm ji leşkeriyê tê malê. Ew jî di kolxozê de dest bi kar û xebatê dike.

Di hersê çîrokan de jî têt xuyakirin ku, di çîrokan de rola sereke qîz (keç) dileyizin. Nivîskara Jin Sîma Semend di çîrokên xwe de rewşa keçên Kurd, xemgînî û bextiyariya keçan, evîna wan ya bi dilûcan, hezkirina wan ya pak bi zimanekî edebî lihev dihone.

Nivîskara Kurd, Sîma Semend, di çîrokên xwe de jiyana gundîtiyê, kar û xebata kolektîf ya kolxozan baş dide diyarkirin. Ew di çîrokên xwe de cîhanek ava dike. Di nav vê cîhanê de tiştên başî û xirabî hene. Tradisionên kevnare û yên nûjen hene, adet û toreyên paşverû û li hember wan ramanên pêşverûtiyê hene. Nakokî û dijberiya di nav başî û xirabiyê de, tim başî, xweşî, bextiyarî, hêvî bi ser dikeve. Pirtûka bi navê “Xezal” berhemek gelek baş e û hêjayê xwendinê ye. Xwendevanên Kurd û bi taybetî jî jinên Kurd divê vê pirtûkê miheqeq bixwînin.

Lokman Polat

www.candname.com

Derbar Lokman Polat

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply