Xeyalên Sêwî

Tîrojên rojê di nava perwazê şibakê de xwe di berdan jûra tê de razayî. Bakî bêdeng dipêlpêlandin perdê odê. Bêhna bihuştê dihat ser pozê wê. Roj roja şahiye bû, roj roja dilgeşiyê bû. Mîna çûkên azad ku geh difirî ser çiya didanî, geh dihat ser çîçekên rengîn didanî, geh ser dîwarê xanî, geh ber şibakê didani. Ew jî wusa bi dilşad û rûkenî di nav kolanê rihê xwe de digeriya. Çil û bergê wê mîna çirûskên heyvê diberiqandin. Pêlavekê bi rengê koka darê ve êxistibû piyê xwe, kirasekî belek û hevrişim lêbû, guliyên xwe xelek xelek kirîbûn û berdabûn ser milê xwe. Bi rûken, bi şen, bi kêf direvî nava gowendê. Te digot qey daweta wê ye, bûk ew e. Wusa rind, wusa bedew, bi delalî xwe berdida nava gund. Zorekên ku rastî wê dihatin lê heyran diman. Xweşikbûna wê, levhatina wê, cil û bergê wê, heme wusa dikenîn bi mirovan re.

Di nav wan xeyalan de dengek dihat; “Helbest, Helbestê, keça min, berxa min, rabe rabe. Zû, zûka em ê herin cem bavê te. Niha çavên wî li benda me ne. Rabe em herin cejna wî pirozkin. Dê rabe xezala min, niha çiqas bêriya te kiriye. Ez zanim niha li benda me ye ew. Dê rabe, van hevalên te hemû xwe xemilandine, bi kêf û şen digerin di nava gund de.”

Bi dengê diya xwe rabû ser xwe. Dora xwe meyzekir, cilê xwe temaşekir, ne kes cem hebû, ne jî cilên nû lê bûn. Li kirasê xwe nihêrt, berî çend sal berê apê wê jê re şandi bû. Ev çend sal ebi vî kirasiyê, pê diçe ber kahrika, pê bi diya xwe re diçe çilo, tê de dirazê, dirabe, hergav ev kirasa lê ye. Keviya wî hinekî qetiyabû, diya wê jê re pîne kiri bû. Û wusa çend sal pê derbas kiribûn.

“Çi xweş bû ev xewn, xwezî ez tucar jê ranabûma, ma gelo kengî kirasekî min î nû ê çê be. Ma ezê kengî bi şen û çoş çim nav hevalên xwe. Xwezî bavê min ba min bûya, wî jî wek bavên hevalên min ê çilê xweşik, pêlavên delal ji min re kirîba. Ax bavo! tu zanê ez ji te xeyidî me, tu çûyî kû, te çûyî û bes vegerayî. Te ez û diya min bi tenê hêiştin û çûyî xerîbiyê…”

“Helbest, helbesta min.” Dengê diya wê dihat. Li hewşê, li benda wê bû. Çend deng bakir, kesî bersiva wê neda. Jixwe ji Helbest pê ve kes tunebû li hundir. Ew ji êdi nav xewn û xeyalên zarokatiyê de bû. Diya wê hat hundir, meyzekir ku hê Helbest di nav nivîna de ye. Rabûye ser çokên xwe û xemgîn xemgîn di fikire. Êşekî xwe berda nav laşê wê. Dilê wê pê şewitî, bi bêkesîtiya xwe, bi sêwîtiya xwe, bi xîzaniya xwe xemgîn bû. “Ax! hevalê jiyana min, tu niha li ba me ba, çiqas em ê bi te şa bûna, çiqas kêfa me hatiba bi te, bi hebûna te. Lê çi bikim çerxê felekê nankor e, li me xwe pêça ye. Û her gav me bi baskî derd û kula ve dibe. Çima mirin ewqas bê edalet e, çima bobelatê xwe, karesatê xwe, her daîm bi alî me ve diqulibîne.”

 Hêstirên xwe paqij kirin û baskî Helbesta xwe ve çû. Bila wê halo ne bîne. Dê nizanîbe kû ew jî bi bêkesîtiya xwe diêşe, diljan dibe û xwe bi xwe dixwe, xwe bi xwe dikuje. Çû li cem Helbest rûnişt, serê wê danî ser pesîrên xwe û bi singa xwe vê dewisand. Destê xwe di nav pora wê de bir û anî, aniya wê çend cara ser hevdû ramûsand, hêdîka rajde destê wê û go:

Dê rabe xezala min, karê me îro zehf e. rabe em herin, bavê te li benda meye. Niha Dibêje ev li kû mane, me meraq dike.”

Ji malê derketin, hêdî hêdî bi baskî cihê ku bavê Helbest ev çend sale têde razahiye û ranabe ber ve dimeşin. Baskî tariyê ve, baskî bêdengiyê ve, baskî mirinê ve, baskî goristanê ve dimeşin. Te di go qey jan û êşên dinê tev xwe lihev pêçane û li rûye diya Helbest xwe dane hevûdu. Wusa bi keder û xemgîn dixuya. Bêkesîtî, bêhêvêtî, bêxwedîtî zora wê biribû û pişta wê şikandibû. Tenêtî di nav qermiçokê rûye wê de bûbû agirekî pirsoz û ciwantiya wê dişewitand. Dixist mîna pîrekê heftê salî.

Xwe gihandin  goristanê. Gihandin pira jîn û axretê. Warê miriyan e heya qiyametê. Kî dizaneniha çi di serê diya Helbest de diçû. Çûyin, mirin, nehatin, tirs, xow, tenêtî, bêrîtî, hwd. Hestê cûr bi cûr xwe di berdan ser mejiyê wê. Çû ser gora rêhevalê xwe, şirîkê jiyana xwe, dostê raboriya xwe. Destê xwe hildan banî û demekê dirêj dia kirin. Heya Helbest ji mirinê tunebû. Wê di go qey bavê min çûye xeribiyê, ew ê vegere dîsa. Bi rastî jixwe mirin ma ne xeribî ye. Xeribiya herî mezin ma ne ew e. Misînê xwe tijî av dikir û dihat berdida ser sosinê ser gora bavê xwe yê çandî. Nêzîkê saetekî li goristanê man, cejna hemû miriyan pirozkirin û vegeriyan malê dîsa. Yê hatibûn goristanê tev pev re vegeriyan. Jixwe edet bû hemû kes pêşî dihat goristanê cejna miriyan piroz dikirin, ji wan re dia dikirin û vedigeriyan malê. Bi hev re diçûn malekî kom dibûn cejna hevûdu piroz dikirin, xwarina xwe dixwarin, divexwarin, geşî, kêfxweşî dikirin, ji cejnên berê, ji salên borî diştexilîn, pîra ji wan ra qala demên kevn dikir, wusa bi coş û şen dibûrandin wextê xwe.

Helbest û zorakên din li hewşê ji xwe re dilîstin. Cilên hevalên wê hemuya nûbûn, pêlavên wan a nûjen bûn. Li hevalên xwe meyzedikir û li xwe meyzedikir, dilê wê pê dişewitî, sêwitiya wê diket bêriya wê, kenêgirî dibû, xemgîn û diljan dibû. Ax! çi zor e bêbavitî, çi zor e tenêtî, faqîrtî çi zor e. Qeda bi vê dinyayê bêwefa bikeve. Ma çi ma mirov hemû ne wekhev in. Çima hin feqîr in, hin zengîn in. Çima bavên her kesî li cem wan e, bavê min tune ye. Digo “ez mezin bibim, pere min çê bibin, ez ê her rojê cejna ji zarokên sêwî re pêlavên pir delal bikirim. Ezê wan kêfxweş kim, dilên wan geş kim. Ez ê bi wan re biliyîzim, şekirê qulo qulo bidim wan, ezê her daîm ji boy şadiya wan bixebitim.”

Dema ew wulo difikirî, meyzand dengek tê ji devê hundir; “Helbest, Helbesta min, ka were berxa min, xezala min ka were.” Helbest pişt xwe meyzekir ev apê wê Ûsif bû. Ji dengê wî nas dikir, ji berxa min dizanî ku ew apê wê Ûsif e, wî wusa dibakiriye her daîm. Di nav nasê xwe de, di nav xizmê xwe hemiyan de bêhtir hez apê xwe Ûsif dikir. Wî her daîm çiştên taybet jê re dianîn. Çiqas çûba bajêr mîsoger wî çiştên ku Helbest ji van hez dikir jê re dianîn. Ji zaro xwe pêhtir jê hezdikir. Û dilê wî gelek pêve bû.

Li cîhê xwe rabû û baskî apê xwe Ûsif ve çû. “Ka were berxa min, delala min.” Destê wê hilgirt, ramûsand, ew hembêz kir û kîsikê di destê xwe de da Helbest. Go: “ev yê te ne, min duh ji bîr kir bibêm ji te re. Ka meyzeke, te biecibîne gelo.” Wexta Helbest devê poşet vekir, dît ku pêlavekê pembe û kirasekî xêmrî têde ne. Mîna çûkekî ku di rekehê de hêsîr be, azad bibe û bifire ezmana wusa kêfa wê hat û dilxweş bû. Dilê wê dikir kutekut, ji eşqa hêma mabû bixerîqe û bikeve erdê. Destê apê xwe maçkir û bi awayekê dilgeş çû ba diya xwe. Kiras û pêlavên xwe şanî dan. Diya wê zanî bû ku ev cil ji apê wê Ûsif pê ve ne tu kesî anîn bûn. Bi dilgeşiya keça xwe ew jî gelek şa bû. Anî ba xwe, ew hembêzkir û bi singa xwe ve dewisand. Û kete nav xeyalên kûr de. Raboriya wê ket bîra wê. Hevalê wê, şirîkê jiyana wê, ew e ku dilê xwe bi dilê wî ve gireda bû, ew e digotiyê de eşqa min, ew zilamê levhatî, ew e pêkhatî, bavê Helbest, hogirê xeyalên ve diket bêriya wê. Ax! niha te li vir ba, li cem me. Emê çiqas bi te dilşadbûna, çiqas bi te geşbûna. Egîtê min çiqas bi te emê serbilind bûna. Çima ev dinya wusa bê rahmet e, bê edelet e. Êş û derdê xwe, xemgînî û xîzaniyê xwe hemû bi ser feqîra te dirîjîne.

Çendekî keç û dê bi vî awayî man. Dûv re Helbest bi helecanekê germ, bi alikariya diya xwe çilên xwe li xwe kirin, pêlavên xwe xistin piyê xwe û mîna çûkên azadiyê çû ba hevelên xwe. Bi dilekî şad, bi dilekî azad, bi dilekî şen, rûyekî bi ken, bi kêfxweş, bi dilgeş, nav xeyalên sêwî de, xwe berda nav kolanên zarokatiyê…

Qudbeddîn Kerboranî

 

Derbar candame

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply