Xeyala wê ew ku jiyana Hamayîl Barzanî binivîse

Nivîskara kurd Rojbîn Ozkan diyar kir, dixwaze jiyana Hamayîl Barzanî ku hevjîna Nemir Mele Mistefa Barzanî ye, binivîse.

Rojbîn Ozkan ji Rûdawê re ragihand, jiyana Nemir Mele Mistefa Barzanî xwendiye û ketiye bin bandora wî. Ozkan aşkera kir, ku ew jî dixwaze jiyana hevjîna wî Hamayîl Barzanî binivîse.

Nivîskara hêja Rojbîn Ozkan destnîşan kir, ku ji aliyê dîroka jinên kurd ve jiyana Hamayîl Barzanî giring e û got:

 

“Mele Mistefa Barzanî sembola têkoşîna Başûrê Kurdistanê ye û em têkoşîna wî û zehmetiyên ku kişandine dizanin. Li ser Hamayîl Barzanî ku hevjîna Mele Mistefa Barzanî ye, gelek kêm tişt tê zanîn. Li gor min, divê em weke nivîskarên jin, ji bo jinên kurd, jiyana hevjîna vî têkoşerî û tiştên ku hatine serê wê vebêjin.”

Gelek nivîsên Rojbîn Ozkan di kovarên weke Nûbihar, Nûpelda, Pêngav, Peyam, Heftreng û Keskesorê de hatine weşandin.

Li ser wêjeya zarokan a kurdî û di derbarê jinên kurd de xebatên Rojbîn Ozkan hene. Herwiha 3 sal di kovara Nûbiharê de, edîtoriya rûpela “Nûbihara Zarokan” kiriye.

Pirtûka “Zarokên Heskîfê” ya Rojbîn Ozkan, li Zanîngeha Artukluyê di beşa Wêjeya Zarokan a Kurdî de weke pirtûka alîkar a waneyan hatiye pêşniyarkirin.

Weke din Rojbîn Ozkan pirtûkeke bi navê “Stêrkên Bihiştê” nivîsandiye ku têde qala jiyana Hz. Asiye, Hz. Hecer, Hz. Meryem, Hz. Xedîce, Hz. Fatîme û Hz. Eyşe tê kirin.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply