Yekşem , 25 Cotmeh 2020

Xeyal û Rasteqîn

Piştî bîst salan di demsala biharê de ez çûm welatê xwe. Piştî serdana xizm û dostan ez hilkişiyam serê çiyê û li cihekî ku her der jê ve xuya dikir li ser zinarekî rûniştim û min bi hestên bê tarîf û bi hesreteke kûr li deşt û zozanan, li gelî û newalan, li gund û bajaran temaşe dikir.

Bîranîn û serpêhatiyên min, bi taybetî jî jiyana zarokatiya min wek perdeya sînemayê di ber çavên min re derbas dibûn. Hestên min rabûn û ez di xeyalên bê binî wer bûm.

Min dît çendek ji gundiyan malên xwe bar kiribûn û ber bi zozanan ve diçûn.
Li zozanan jî çend malan danî bûn , hinekan sing dikutan, hinekan tejiyên kon didan ber hev û bi hev ve didirûtin, hinekan kon vedigirtin û hinekan jî hebin dişidandin û bi singan ve girê didan.

Bêrîvan dewlên wan li ser piştên keran ji bêriyê vedigeriyan.
Bavê min û apê min çît didan navbera kon.
Kalê min li ser xweydanekan pez xwey dida.
Diya min meşka xwe bi sêdarê de kiribû dew dikêla û min jî li ser mêrgê hesp ditewiland.

Li hember konê me Meta Emîna lawê xwe Dijwar kiribû hundurê teştê serê wî dişuşt. Amojna Zerîfa cêrê avê li ser milê wê ji kaniyê de dihat û keçika wê ya biçûk bi pêşa kirasê wê girtibû û pê re dimeşiya .

Xaltiya Zilfê di kozmakê de nan dipêja, neviyê wê Xalit li ber rûniştibû ava firingiyan di nan dida û dixwar.
Zarokan li rasta konan dilîstin hinekan ji wan li daran siwar bibûn û dar weke hespan dibezandin, hinekan jî bi hinedaşka li ser keviran destên xwe hine dikirin.

Apê Dewrêş û kirîbê Omer li ser keviran rûniştibûn nehkevrik dilîstin. Kirîba Horê û meta Gozel li binê guheran qirşik ber hev dikirin.

Ji konan wê de şivan û berxvanan pez û berx li hev dan dikirin, marînên pez û berxan li hev vedigeriyan. Li aliyê din pezê kirîbê Hemo hêl avêtibû diçêriya. Kirîbê Hemo li ser kulavê xwe rûniştibû li bilûrê dida. Dengê bilûra wî û dengên şalûr û bilbilan diketin nav hev û ahengekî efsûnî der diket holê .

Ji gundê li hember zozanê me dengê tilîlîyên dilanê dihatin keç û xortan bi cil û bergên Kurdî, bi bejnên xemilandî govend digerandin.
Bûk li ser hespê xwesiyê li ber lingan kûz ê şekir dişikand û zarokan şekirên li erdê ber hev dikirin.

Deşt û zozan bi rengên kulîlkên cûr bi cûr dişibiyan bûka baranê.
Li ezmanê welatê min qaz û quling, ordek û bet ref bi ref diketin cezbeya reqsê.

Û min hew dît ez bi dengê balafirên şer veciniqîm, perdeya sînemayê hat girtin û rasteqînîyek şilf û tazî li ber çavên min vebû.

Gund û zozanên welatê min vik û vala bûn û ew kortên ku bi bombeyên balafirên şer hatibûn vekirin li ser sînga welatê min wek birînên kewnegirtî hê xwîn jê diçûn.

Kî dizane ew şêniyên van gund û zozanên vala li kîjan xerîbiyan konê penaberiyê li pişta wan di nava bêxwedîtiyê de li çara serê xwe digerin?
Kî dizane keda wan bi destên çend simsaran tê firotin û tê xwarin û bi destên kîjan sîtemkaran tên bişaftin û dihelin?

Hooo welato! Ma qey ji te re ne xem in ew zarokên te yên penaber?

Ma heta kengî ev gund û zozanên te wê vala bimînin û wê heta kengî li şûna waran kund bixwînin?

Ka bêje min welato gelo wê rojekê ew zarokên te yên penaber li te vegerin?
Wê di bin ezmanê te de dîsa şên bibin ev gund û zozan?
Gelo ev daxwaziya serxwebûn û azadiya zarokên te wê were bi cî an wê tenê di xeyalan de bijî?..

Axa Kurdikî

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Parastina Kurdî Zor Zor Girîng e!

Hewldan û hesasîyeta parastina Kurdî zor zor giring û watedar e. Ji bo mêjîyekî pak …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.