yek
du
ez
tu
û jiyaneke betilî, xewên ku di bêrîkirina şevê de aramî li xwe heram kiri bûn.
Di mexzenê çavên te de biryara xwe kuştinê didan.
Kortikên çav, êş bû.
êş li şeveke betilî re yar bû..
Navê te tisbiya nodneh livî,
birayê min kuştin li ber dengê baranê,
xwîn
xwe kuştin
birîn
welatek di çîrokên berê de
xwîşka min kuştin.
bi dest hineya şevê, bi hêstirek li hewarê.
bûk
pepûk.
kundê xeybê..
xirminiya bayê qefesa te ye, çar ker moz li ser laşê te, ji memikên te yî qîzanî xwîn ê vedixwin,
çavekî kor
Dilekê bê qedir
hêjîrê bi pêsîrê te ve daweşandin..
We ez kuştim li qesrên hevûdu şabûnê yên nemir î, agirê ku bibû mey ji postikê brahîm re, li ber awirê eynilzelêxayê vedimir î. lê dilopek xwîna min li qesran de mir,
Dilopek hêstirê min li ser esmanê bêrîkirina jinekî de mir.
lê birayekekî min, di hembêza min de mir, li ber fermana xwedayên mesneviya zilmê..
xewname betilî
xewname rawestiya.
xewname herimî
SİYA JANDAR
www.candname.com