Xerîbî, Derbiderî, Penaberî, Koçberî Û Kurdên Rojava

Ji 2011 û heta niha, ji ber şer û wêraniya ku li seranserê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî heye, kurdên Rojavayê Kurdistanê êşeke mezin dibînin û zehmetiyên cuda cuda dikşînin.

Ew koçber dibin, derbider û penaber dibin û bi qedera xwe ya dijwar re rûbirû mane.

Ew ji welatê xwe bar dikin û derdê xerîbiyê dibînin. Ev êş û derdên xerîbî û derbideriyê di helbestên helbestvanên Rojava de jî tê xuyakirin.

Tiştê ku bi serê kurdên Binxetê hat, bila Xwedê neyîne serê tukesî. Kesî bawer nedikir qeder wiha xayîn be bi wan re û di dilê wan de hemû rengên êş û keserê biçîne.

Xerîbî, derbiderî, penaberî û koçberî hemû navê heman êşê ne ku kurdên Rojavayê Kurdistanê her roj dibînin û pê re dijîn.

Helbestvan Ronî Elî bi peyvên nazik êşa xwe û kurdên Rojava dilorîne:

Di gewriya dil de goristan vebûn. Kevanên hêviyan ber wêranê çûn. Rondikên te dayê koça welat e, buxça li pişta min pêt û şewat e.

Hey welato ez kuştiyê xwe me. Xwîna Miştenûrê birîn kolandin. Bêdengiya çavan mirin diçandin. Li paş min hawar e. Berî bi mij de, barê min dayê ji girî mişt e. Li deşta siwaran sosin şewitîn. Li herdû kaniyan çivîk perpitîn. Dîwarên evînê bûn kavilên xewnan, nameyên dildaran mane bê ziman.

Dergûşên kolanan rê li min girtin. Ji hilma kuştinê stêr vemirtin. Min şopa te dayê dîsa wenda kir, ji tûrê wêranê dilketin çêkir. Ew termê wendayî bê nav namîne. Xeml û xêza bûkan bi hers û vîn e. Sînga Kobaniyê her kêferat e. Di tolvedanê de mizgîn, felat e.

Helbestvan Cankurd jî kovana xerîbî û dûrwelatiyê wiha tîne ziman

Dexsîna dilê min ji van tivîrkan e, welatê wan li pişta wan e û jiyana wan geriyan e, derbas dibin tixûbên dûr û sînor di zimanê wan de nehane. Dexsîna dilê min ji van zarokan e, evên ku bi roj dilîzin, dibezin û di xewnê de lîstikan dibînin û hêviyên mezin ji xwe re diçînin û nizanin ku ba tijî jehr e, av tijî jehr e.

Dexsîna dilê min ji masiyên deryan e û ji van tirênan e, evên ku di şeva reş de dibezin di rê de, derbas dibin tixûbên welatê min. Ez bi tena xwe rûdinim. Di bêdengiya şevê de û dostan di bîra xwe de yek bi yek dijmêrim.

Xerîbiyê! Te hestiyê min hêra, ezê giliyên xwe bikim, lê ji kê ra? Xerîbiyê! Te ez girtim bi divan, weke mirovê kor ji herdu çavan, te lingên min xistin kemendan û bi ser de te anî lehiya van derdan.

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply