Xerabreşk: Perestgehê herî mezin û kevnar ê dîrokê

Ger bête fikirkirin ku pîramîdên Misrê 4500 û Stonehenge-yê Brîtanyayê 6 hezar salî ne, divê bête pejirandin û li seranserê dinyayê jî divê wiha bête zanîn ku, ev kolan, kolana arkeolojîk a herî giring a dinyayê ye ku, heya îro hatîyê pêk anîn.

Mezopotamya: Bêgengeşî tê pejirandin ku dergûşa şaristaniyan û cihê axên taybet û pîroz ê şaristaniyên ku cara yekem bi dest çalakiyên xwe yên şarezahî kirine ye …Dibe ku, isbata herî giring a vê têzê jî perestgehê antîk ê Xerabreşk e ku, berê deh salan ji hêla cotkarekî ve birasthatinî hatîye dîtin. Xerabreşk a perestgehê herî mezin û kevnar ê demên antîk ku heya îro hatye dîtin, di nav sinorên Rihayê da bang li me dike û dibêje: “ Şaristanî li vira ye !“

Giringiya vê herêmê ku firehiya wî neh hektar e û di sala 1963-an de hatye dîtin, berê 10 salan, bi saya cotkarekî ku zeviya xwe cot dikir ve hatîye fêhmkirin.

Bermayiyên mîmarî ên warên merasiman ji bo perêstinê, kêlan, kevirên çik ên ku di ser rûyên wan da resmên ajal û nebatan belkirî hatine eşkerekirin ku kevnariyên wan digihije B.Z. 11 hezar salan hene. Giringiya herême jî ev e ku, ev herêm xwediyê warê perestinê yê herî mezin e.

Anegorî dîtin û lêkolînên ku heya îro hatine kirin, pispor difikirin ku mirovên dewra kevirê sîqalkirî nikaribûne ajalên hawirdora xwe kedî bikin. Giringî û taybetîya Xerabreşk-ê ku perestgehê wê dewrê ye, jixwe li vira dertê holê …

Ji bo giringiya Xerabreşk tam bê fêhm kirin, divê em guh bidine arkeologê Alman, Dr. Klaus Schmidt ê berpirsyarê vê lêkolînê:

“ Bi saya keşfên destketîyê Xerabreşk ve, me berê da pê derxistibû ku, seranserê dinyayê da yek ji wan perestgehên herî kevnar tê zanîn, di vê herêmê da ye. Lê bi lêkolînên dawî ra, me piştrast kir ku ev perestgeh, perestgehê herî mezinê dinyayê ye. Anegorî lêkolînên me, dîtin û nêrînên me yên di der barê resmên belkirî yên dewarê kûvî, dûpişk, rovî, mar, şêr, kerê kûvî, werdekê kûvî û nebatên kevnare, di encamê da nîşanê me dan ku, mirovên di dewra kevirê sîqalkirî da jiyîne, nikaribûne ajalên xwe kedî bikin. Ya din jî, resmên belkirî yên li ser rûyên stûn û kêlan (Stêl), di der barê hunerên mirovên di wê dewrê da jiyîne, fikran didine me. Ev perestgeh, taybetmendiya bûyîna perestgehê herî kevnar ê dinyayê ku tê zanîn, bi xwe re dihewîne “.

Xerabreşk, yek ji wan keşfên herî mezin ên ku di warê arkeolojîyê de ye. Lewra, mînaka yekem a civakên komkar-nêçîrvanên ku têne fikirkirin, ên ku hê jî derbasê jiyana bajaran nebûne û perestgehan ava kirine ye, û ev rastî jî di warê dîroka şaristanî û bajariyê da keşfekê berê da nehatye dîtin e. Heta, xwediyê lêkolînê, Dr. Klaus Schmidt gotîye ku ” Pêşî da perestgeh hat, dû ra jî bajar hat “ û li gel vê hevokê xwe ve, di warê dîroka şaristaniya zû de, nêrîneka nû û balkêş afirandiye.

Xerabreşk, ji hêla gelek lêkolîneran ve wek “Zevîya Êden-ê ” tê qebûlkirin ku navê wê, di kitêbên pîroz de derbas dibe û bi vê taybetmendiya xwe ve jî mijarê lêkolînên cuda dibe. Bi rastî ne tiştekê balkêş e ku Zeviya Êden-ê ku tê bawerkirin Adem û Hewwa tê de jiyîne, di yek ji wan bihuştên Mezopotamya-yê de cih bigre, lewra navê vê herêmê, Mezopotamya ye: Derguşa Şaristaniyan…!

Keşfê herî giring ji bo peytandina Xerabreşk ku perestgehê herî mezin û kevnarê dinyayê ye jî, peykerekê olî yê 11 hezar salî ye. Lebata nêrî di destên peykerê de ye û ev di dewra antîk de, lebata nêrî jî nîşana berdarî û bereketê ye. Di stûyê peykerê da nîşana tîrê heye û tîpa yekem a alfabeyê “A” jî xwe nîşan dide. Ev jî piştrast dike ku ev peyker wek Xwedayê berdarîyê an jî bereketê hatîye wesfandin. Lewra ev her sê nîşan jî , di dewrên antîk de wek îşaretên berdarî (bereketê) û hêzê tên zanîn.

Xerabreşk keşfeke gelek giring û taybet e, bi taybetî ji bo gelên Mezopotamyayê. Di van demên dawîn de, li gel keşfen weke Xerabreşk, Kerxê û Til-ê ve angaştên nû dertên holê û ew angaşt vê rastiyê diparêzin:

“ Şaristanî ji axa Mezopotamyayê, li seranserê dinyayê belav bûye”

Û ev rastiyek e ku tu carî kes nikare betal bike… !

Xerzi Xerzan

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply