XÊR Û FAZÎLETA ROJA ÎNÊ

Bi navê Xwedayê Rehmanê Rehîm.

Xwedê T’ala  derheqa vê rojê da wûha emir ferman dike û dibêje:  ‘’Gelî yên bawerî anîne! Gava roja înê banga nimêjê hate dayîn, vêca bi bal zikrê Xwedê (nimêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn  û firotanê berdin. Ha ev (çûna nimêjê û terka bazarê) eger hûn bizanin ji bo we çêtir e. (Sureyê Cumu’e ayeta 9. )

Ev ayeta bi me dide zanebunê ku roja înê ser misilmana ferz e. Roja înê şuxulê herî qenc nimêja înê ye, ne danîn û standin ne  jî ‘emelekî dünyevî ye. Ya herî qenc kirina nimêja înê ye. Xwedê T’ela  dibê: “….eger hûn bizanibin..’’ xêra vê roja pîroz wûsa zêdeye ku, em nikarin qedrê vê rojê bipîvin û bizanibin. Ji bo wê jî em tiştnê  tewşo mewşo û ne qenc dikin kû Xwedê T’ela me hişyar dike girîngiya vê rojê wûha tîne ziman.

Meşrûyeta û ferziyeta nimêja înê: Quran, sinnet û îcmayê  ve sabît e. Nimêja înê ser misilman ê aqil, xama (balix) û mêra ferza kîfaye ye. Nimêja înê ser jina ne ferz e. Lê belê jin jî dikarin nimêja înê bikin. Jin gava nimêja înê bike nimêja nîvro ser jina jî radibe. Waxte nimêja înê waxte nîvro ye.

Hz.Peyxember (sallâllâhu ‘eleyhi we sellem) wûha keremkiriye:

“ Herî roja xêr, ya tav serda derdikeve roja înê ye. Adem wê rojê hatiye afirandin, wê rojê kirine bihûştê, wê rojê jî bihûştê  derxistine.’’ (Muslum)

Hz.Peyxember (sallâllâhu ‘eleyhi we sellem)    giringiya vê rojê, bi vî teşî tîne ziman. Ji bo misilman jî vê rojê ra qedrekî mezin bigrin û haja wan jî  vê roja pîroz hebe.

Roja înê tê wê wateyê ku: Civak hev dicivin û dibîne cema’et . Taybet mendîka vê rojê jî misilman dicivine li hev derd û kulê xwe par ve dikin. Misilman vê rojê da çi pirsgirêkê wan hebin dînin ziman û pirsgirêka çareser dikin. Aliyên siyasî, aliyen aborî, aliyên civakî her çi pirskirêk hebin tînine ziman û çareseriya wan jî tînine ziman.

Ev roja ji bo misilmana cejn e. Li gor wan rojê din  cudatir dijîn. Vê rojê da misilman çekê xwe yî xas li xwe dikin, serê xwe dişon, bêhna xweş li xwe dixin. Quranê dixwînin, Selatu selama tînine ser Hz Peyxember (sallâllâhu ‘eleyhi we sellem), xêr û xêreta zêde zêde dikin.
Gava xêr û xêrat têne kirin, wê gavê yên feqîr, êtîm û xizan jî hinkî aliyê aborî de rehetiyekî dibînin.

Qasidê Xwedê Hz.Muhammed  (sallâllâhu ‘eleyhi we sellem)   ji derbarê vê rojê da pir hedîs gotine :

Riwayet hatiye kirine ku Evs Îbnî Evs (r.e) gotiye Hz.Resulullah ( (sallâllâhu ‘eleyhi we sellem) wûha kerem kiriye:

“Roja we yî herî fazîlet  roja înê ye. Ji bo vê sedemê  pir selat û selam bidin ser min. Selat û selamên we pêşkêşî min dibin.” (Ebu Dawud)

Hedîsekî da jî Hz. Resulullah    wuha kerem dîke û dîbêje:

“ Ji xeyrî gunahên mezin,  pênc wext nimêj, inê hetta inê  û  remezana hette ramazanê  dibe kefareta guneha’’ (Muslum)

Ebu Hurêyre (r.e) riwayet kiriye, Hz.Resûlullah (sallâllâhu ‘eleyhi we sellem)  behsa roja înê kir û wûha kerem kir:
‘’Di roja înê de wextekî  wûsa heye ku, ger misilmanek nimêj bike û rastî wê wextê bê, tiştekî ji Xwedê bixwaze  bêguman Xwedêye (çi jî  Xwedê dixweze) daxwaziya wê bide wî’’
Pêxember (sallâllâhu ‘eleyhi we sellem) kinbûna wê wextê destê xwe ve nişan da”
(Buxarî, Muslum)

Xêr û bereketa vê rojê hemî rojê hefteyê zêdetir e. Fzîleta vê rojê jî hemî rojê hefteyî zêdetirin. Ger misilman jî li gorî vê rojê jiyana xwe bidomîne. Xwedê me xêr bereket û fazîleta vê rojê bê par neke.

Selam û dia

M.Emin CAN

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Şiroveyek

  1. mamoste destê te sax bî. Te xera roja îne pir xweş me ra nivîsîye,li mıxabin mela yê gundê me her roj pera dixwaze 🙂

Leave a Reply to irfanCancel reply