Xêr û Bereketa Rojîyê

سم الله الرحمن الرحيم
شَهْرُ رَمَضَانَ الَّذِي أُنْزِلَ فِيهِ الْقُرْآنُ هُدًى لِلنَّاسِ وَبَيِّنَاتٍ مِنَ الْهُدَى وَالْفُرْقَان (185) البقرة

Ez di serî de wesiyeta emrê Xwedê û resûlê wî li xwe û we birayên ezîz dikim.

Lewre qencê wî tiştê ku misilman wesiyetê pê li birayên xwe yên misilman dike teqwatiya (parastina emr û qedexeyan) Xwedê û teşwîqkirina li ser emrê axîretê ye.

Der barê xêr û bereketa vê mehê de Xwedayê Teala wiha dibêje: “Meha Remezanê ya ku tê de Quran daketiye, ayetên wê ji bo mirovan rêber in û ji bo cudakirina heqiyê ji batilî delîlên eşkere ne.”

Birayên ezîz! Bêguman va careke din meha Remezana pîroz di ser me de hat da ku em bi rojiyên wê xwe xwedan nîmet bikin û di şevên wê de jî bi taet, îbadet û zikrê xwe nêzîkê Xwedayê Teala bikin.

Di vê meha pîroz de îbadetek heye ku Xwedayê Teala ji bavê me Adem heta ku bigihîje pexemberê me Muhemmed Mistefa li ser temamê umetan ferz kiriye..
Nexwe em dibêjin: tu bi xêr hatî ey meha Remezanê, tu bi xêr hatî ey meha Quranê û tu bi xêr hatî ey meha xêr û azadiyê.

Em hêvî dikin ku em bibin ehil ji bo pêşwaziya te û tu jî ji me re bibî sedemê bexşandin û razîbûna Xwedê Teala Yekemîn tiştê ku ez îro ji we re bibêjim ew tiştê ku pêxemberê me di dawiya meha Şebanê de ji umeta xwe re gotiye: Hatiye ragahandin ji Selmanê farisî (rxl) gotiye ku pêxemberê me di dawiya meha Şebanê de xutbeyek xwend û wiha got “Gelî mirovan! Va, hûn dikevin di bin siya meheke mezin û pîroz de. Di vê mehê de, ew şeva ku ji hezar mehî bi xêrtir Şeva Qedrê heye. Di vê mehê de, Xwedayê Teala di rojên wê de rojî li ser we ferz kiriye, min jî di şevên wê de nimêja terewîhan kiriye sinet. Di vê mehê de kesê qenciyekê bike, weke di demên din de ku ferzek kiribe xêrê bi dest dixe. Kesê di vê mehê de ferzekê bike, weke di demên din de ku heftê ferz kiribe xêrê bi dest dixe. Remezan meha sebr û alîkariyê ye.

Xelata sebrê jî bihişt e. Remezan meha bereketê ye, ku meheke wisa ye rizqê misilmanan tê de zêde dibe. Kî di vê mehê de mirovekî rojîgir bifitirîne, ew fitirandina wî dibe sedemê efûkirina wî û xilasbûna ji agirê dojehê û ji xêra wî kesê ew fitirandî jî sûdê werdigire. Lê ji xêra wî kesê ku rojî girtiye jî tiştek kêm nabe.”

Ji Ebu Hureyre (rxl) hatiye rîwayetkirin, gotiye; Pêxemberê Xwedê (sew) got: “Rojî mertalek e.Nexwe, bila rojîgir xeberên berevacî nebêje û bila bizavên wekî bizavên cahilan jî neke! Eger însanek şerê wî bike, yan jî çêrê wî bike, bila ew du caran bibêje ; ez bi rojî me! Ez bi wî Xwedayî kim; ewê ku nefsa min bi destê qudreta wî ye, ew guhertina bêhna devê rojîgirî li cem Xwedê ji bêhna miskê xweştir e!

(Xwedê dibêje;) rojîgir ji bo min xwarina xwe, vexwarina xwe û şehweta xwe terk dike. Rojî bes ji bo min e; ez ê xelata wê bidim rojîgirî. Xêrek jî bi deh xêrên wekî xwe ye. Di roja dûmahiyê de gava ku Xwedê Teala bixwaze ku qenciyekê li bendeyê xwe bike lênûska emelê wî bi eşkerahî didiyê û jê re dibêje : “Bi dizî bixwîne “ da ku di nav ehlê mehşerê de şermezar nebe. Vêca milyaket jê re dibêjin: Ey Rebbê me ev qenciyek wisa ye ku ji beriya wî te ev qencî li tu gunehkarî nekiriye û digel wî qasî te soz daye ku tu yê kesê gunehkar bi agir bişewitînî.

Xwedê Teala bersiva wan dide: Gelî milyaketên min! Min ew bi agirê têhnbûn û birçîbûnê di meha Remezanê de şewitandin, vêca ez wan bi agirî naşewitînim. Em ji Xwedê Teala daxwaz û lavlav dikin ku me û we bigerîne ji wan kesên ku di vê meha pîroz de tên azadkirin ji agir û rojî û terawîhên me jî bipejirîne.

Mele Cewadê Girdarî

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply