Xema dilê jar tu yî
sebra ber bêhna min tu yî
qêrîna bêdengîyê tu yî
hezkirîya dilê min tu yî
jarim li ber evîna te
naghêjim ber sîya te
hêvîdikim ji hezkirina te
dil soj û bêrîya min tu yî
Agirê dojeha evîna min
sewt û qêrînîya helbesta min
dengbêj û xweş bêja min
sebr û sikûneta dilê min tu yî
Kurdîya gerden zêrîna ber çavê min
hezkirîya ber dilê min
bawerî û xemla hêvîya min
cejn û sersala min tu yî
wek ba û babîzoka ber eşqa dilî
bejn zirav ken û awaz xweşa ber dilî
kurdîya teşî rêsa ber êş û kula minî
dermanê birîna dilê min tu yî
wek agirê newrozê pîroz tu yî
binevş û koçera zozanan tu yî
bêrîvana li ser çîyayên warê min tu yî
pîrozîya cejna evîna min tu yî
Bawer Yekta