Yusifê winda dê vegerê Ken’an, xem mexwe
Beyta kerban dê bibe baxê gulan, xem mexwe
Dê baş bî j-vî halî ey dilê b-xem, şayiş meke
Dê bi hedinê ev şêtî û aran, xem mexwe
Hê jî ne qulibe felek, ji bo me ra bistek
Dê mîzan namîne heman her dewran, xem mexwe.
Dê were bihara rengîn, li ser evan kula
Ey bulbul tê gulan bike sîw sîwan, xem mexwe
Nebe reşbîn zinhar, ne tu yî ji ğeybê haydar
Bi perdene xeredê pin û pinhan, xem mexwe
Heger bi ‘eşqa Ka’bê tu bi meşê li çolan
Pîyê te bi keve strîyê muğîlan, xem mexwe.
Bi fîrqeta yar hebîb kete haleta xembar
Bi vê agah e Rebbê Raqîb bi zan, xem mexwe
Xerq bibe jî xîma jînê bi lehiya mewtê
Nuh e kaptan, naxwe netirs ji tofan, xem mexwe
Rê tije xetere, xaye gelekî dûr jî be
Nîne rêyek bêdawî û bêpayan, xem mexwe
Di gûşê hêjarî, tenêtiya şevên tarî
Hafiz, tu wird bike di’a û Qur-an, xem mexwe
Hafiz Şîrazî
Werger ji Farisî: M.Emîn Zeynî