Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî – 2018

Pirtûkakurdî bi piştgiriya kovarên Vate, Wêje û Rexne, Ewro, Derwaze û Zaremayê di sala 2018an de wê bi navê “Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî”  di beşên roman, çîrok û helbestê de bi zarawayên Kurmancî û Zazakî xelatan belav bike.

Reveberiya xelatê derbarê “Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî” de daxwuyaniyeke bi du zaravayên kurdî bi kurmancî û zazakî parvekir. Daxwuyaniya ku hate parvekirin ev e:

“Em weke rêvebir, berpirsiyar û endamên juriyê yên vê xelatdayîna bi navê Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ku bi armanca pêşvebirin û qîmetdana wêjeya kurdî tevdigere û pirtukakurdi.com jî piştgiriyê didiyê, bawer dikin ku ev xelatdayîn wê ji bo hilberîn û geşedana kelepora kurdî gaveke nû be û di wêjeya kurdî de ji bo cureyên roman, çîrok û helbestê, xelata berhema herî baş bide. Herçiqasî keda her nivîskarî, berhem çi be û asta estetîkî û wêjeyî çawabe jî, ger bi kurdî be, ji bo me pîroz e û ji bo pêşvebirina ziman û wêjeya kurdî jî xwedî cihê şanaziyê ye, lê dîsa em ji bo pêşvebirin û reqabeta afirîneriya estetîkî û bilindkirina asta wêjeya kurdî, xelatdayîn û pîrozkirina berheman guncav dibînin. Ev xelatdayîn hem wê asta wêjeya kurdî bilind bike, hem jî mijar, nîqaş, rûdan û heyecanên nû biêxe rojeva wêjevanên kurd de.”

Di lijneya Romana Kurdî ya Kurmancî de İbrahim Seydo Aydogan, Şener Özmen, Joanna Bochenska, Fexriya Adsay û Ferzan Şêr cih girt.

Di lijneya Romana Kurdî ya zazakî de Ahmet Kirkan, Denîz Gunduz û Seyidxan Kurij cih girt.

Di lijneya Çîroka Kurdî ya Kurmancî de Hesenê Metê, Ergin Öpengin, Firat Cewerî, Sîdar Jîr û Dawid Yeşîlmen cih girt.

Di lijneya Çîroka Kurdî ya Zazakî de Alî Aydin Çîçek, Haydar Diljen û N. Celalî cih girt.

Di lijneya Helbesta Kurdî ya Kurmancî de Berken Bereh, Kawa Nemir, Fatma Savcı, Gulizer û İrfan Amida cih girt.

Di lijneya Helbesta Kurdî ya Zazakî de Bedrîye Topaç, Bîlal Zîlan, J. Îhsan Espar û Newzad Valêrî cih girt.

Şertên Beşdarbûnê:

  1. Divê berhem berê ne bi kurdî ne bi zimanekî din nehatibe çapkirin (bi giştî an beşek)
  2. Divê berhem bi zaravayên kurdî, kurmancî an zazakî û bi tîpên latinî bigihine ber destê me.

Xelat: Ji Bo Her Beşê

  1. Çapkirina berheman li gorî standardên navnetewî
  2. 1000 TL diyarî
  3. 500 TL kupon ji bo pirtukan ji comê
  4. Abonetiya kovarên Wêje û Rexne, Ewro, Derwaze û Zarema ji bo salekê

Dîrokên Xelatê:
Dema dawî ji bo berhemşandinê:          31.01.2018
Dema diyarkirina encaman:                  21.03.2018

Ji bo şandina berheman:
Mail:    pesbaziyapirtukakurdi@gmail.com
Tel: +90 533 307 5717

Rêvebirê Giştî
Bawer Berşev

Berpirsiyarê Kurmancî
Dawid Yeşîlmen

Berpirsiyarê Zazakî
Ahmed Kirkan

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply