Pirtûkakurdî bi piştgiriya kovarên Vate, Wêje û Rexne, Ewro, Derwaze û Zaremayê di sala 2018an de wê bi navê “Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî” di beşên roman, çîrok û helbestê de bi zarawayên Kurmancî û Zazakî xelatan belav bike.
Reveberiya xelatê derbarê “Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî” de daxwuyaniyeke bi du zaravayên kurdî bi kurmancî û zazakî parvekir. Daxwuyaniya ku hate parvekirin ev e:
“Em weke rêvebir, berpirsiyar û endamên juriyê yên vê xelatdayîna bi navê Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ku bi armanca pêşvebirin û qîmetdana wêjeya kurdî tevdigere û pirtukakurdi.com jî piştgiriyê didiyê, bawer dikin ku ev xelatdayîn wê ji bo hilberîn û geşedana kelepora kurdî gaveke nû be û di wêjeya kurdî de ji bo cureyên roman, çîrok û helbestê, xelata berhema herî baş bide. Herçiqasî keda her nivîskarî, berhem çi be û asta estetîkî û wêjeyî çawabe jî, ger bi kurdî be, ji bo me pîroz e û ji bo pêşvebirina ziman û wêjeya kurdî jî xwedî cihê şanaziyê ye, lê dîsa em ji bo pêşvebirin û reqabeta afirîneriya estetîkî û bilindkirina asta wêjeya kurdî, xelatdayîn û pîrozkirina berheman guncav dibînin. Ev xelatdayîn hem wê asta wêjeya kurdî bilind bike, hem jî mijar, nîqaş, rûdan û heyecanên nû biêxe rojeva wêjevanên kurd de.”
Di lijneya Romana Kurdî ya Kurmancî de İbrahim Seydo Aydogan, Şener Özmen, Joanna Bochenska, Fexriya Adsay û Ferzan Şêr cih girt.
Di lijneya Romana Kurdî ya zazakî de Ahmet Kirkan, Denîz Gunduz û Seyidxan Kurij cih girt.
Di lijneya Çîroka Kurdî ya Kurmancî de Hesenê Metê, Ergin Öpengin, Firat Cewerî, Sîdar Jîr û Dawid Yeşîlmen cih girt.
Di lijneya Çîroka Kurdî ya Zazakî de Alî Aydin Çîçek, Haydar Diljen û N. Celalî cih girt.
Di lijneya Helbesta Kurdî ya Kurmancî de Berken Bereh, Kawa Nemir, Fatma Savcı, Gulizer û İrfan Amida cih girt.
Di lijneya Helbesta Kurdî ya Zazakî de Bedrîye Topaç, Bîlal Zîlan, J. Îhsan Espar û Newzad Valêrî cih girt.
Şertên Beşdarbûnê:
- Divê berhem berê ne bi kurdî ne bi zimanekî din nehatibe çapkirin (bi giştî an beşek)
- Divê berhem bi zaravayên kurdî, kurmancî an zazakî û bi tîpên latinî bigihine ber destê me.
Xelat: Ji Bo Her Beşê
- Çapkirina berheman li gorî standardên navnetewî
- 1000 TL diyarî
- 500 TL kupon ji bo pirtukan ji comê
- Abonetiya kovarên Wêje û Rexne, Ewro, Derwaze û Zarema ji bo salekê
Dîrokên Xelatê:
Dema dawî ji bo berhemşandinê: 31.01.2018
Dema diyarkirina encaman: 21.03.2018
Ji bo şandina berheman:
Mail: pesbaziyapirtukakurdi@gmail.com
Tel: +90 533 307 5717
Rêvebirê Giştî
Bawer Berşev
Berpirsiyarê Kurmancî
Dawid Yeşîlmen
Berpirsiyarê Zazakî
Ahmed Kirkan