Xelata Goga Zêrîn dan Ronaldo

Futbolîstê portekîzî Crîstîano Ronaldo cara 4emîn Xelata Goga Zêrîn (Ballon d’Or) ya ku didin futbolîstê salê girt.

Xelata futbolîstê tîma Real Madrîdê Crîstîano Ronaldo di bernameya ku ji hêla Kovara France Footballê ve hat lidarxistin de hat dayîn.

Ronaldo (31) di salên 2008, 2013 û 2014an de xelat girtibû, îsal jî wek futbolîstê mêr ê herî baş heman xelat girt.

Ronaldo kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: “Ez ji Real Madrîdê re û hemû hevalên xwe yên ku di tîma neteweyî de ne re pir spas dikim.”

Ronaldo îsal di Real Madrîdê de, kupaya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de û Şampiyoniya Futbolê a Ewropayê de kupa qezenc kiribû.
AA – trtnuce

Derbar Çand Name

Check Also

Pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

Li bajarê Wanê ji Weşanxaneya Sitavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav …

Leave a Reply