Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt li benda berheman e

Egîtîm Sena Amedê ku her sal Pêşbaziya Şerzan Kurt a Çîrokan dide dest pê kirin, ji bo ya 9’emîn derî vekir. Yên bixwazin heta 15’yê rezbera 2019’an divê berhemên xwe bişînin ber destên amadekarên pêşbaziyê.

Pêşbaziya çîrokan bi kurdî û tirkî ye. Di nav endamên juriyê yên beşa kurdî de  Şener Ozmen, Îrfan Amîda, Gulgeş Deryaspî, Bahoz Baran, Weysel Tirpan, Mehmet Çakmak û OmerKurt (Bavê Şerzan KURT, wê ray bikarneyine) hene.

Di nav endamên juriya beşa tirkî de jî Asli Perker, Ayşegul Tozeren, Belma Firat, İrem Uzunhasanoglu, Şengul Can, Zeynep Uzunbay û Nejla KURT (Diya Şerzan KURT, wê ray bikarneyin) hene.

Pêşbazî ji bo bibîranîna Şerzan Kurt ku dema xwendekar bû hatibû kuştin tê lidar xistin.

Şertên tevlêbûna pêşbaziyê bi vî rengî ne:

  1. Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
  2. Zimanê pêşbaziyê, kurdî (kurmancî) û tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî pêdivî pê bibîne dikare xelatê parve bike.
  3. Heta 15’ê Rezbera 2019’an di vê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî bişînen ser maila serzankurt2011@gmail.com.
  4. Piştî ku encama 9’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere bû, berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wê wekî pirtûk bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê dibin vê xalê dipejirînin.
  5. Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bêne eşkere kirin û xelat roja 9’ê Sermaweza 2019’an bi merasimek dê bêne belavkirin.
  6. Xelat peykereke ku bi xisûsî hatiye çêkirin. Xelat wekî pere nayê dayîn. 

Diyarname

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply