Xebatên Li Ser Destana Kela Dimdim

Wekî tête zanîn Destana Dimdim li ser bûyereke dîrokî hatiye çêkirin. Lewra ev bûyera dîrokî di berhemên dîrokî da hatiye vegotin. Yekemîn kes û tekakesê behsê vê bûyerê kirî Îskender Beg Tûrkmanê (1561- 1635) vakanivîsê Şah Ebbasê Sefewî ye (1571- 1629). Ew bi xwe di şerê Dimdimî da amade bûye. Serhatiya şerî di berhema xwe ya bi navê “Alem Arayî Ebbasî” da vegotiye. Ji hîngê heta îro gelek kesên biyanî û xuyanî li ser vê bûyer û destanê rawestane. Lewra lîteratûreke berfireh li ser Destana Dimdim çêbûye. Em dikarîn kesên xebat li ser vê destanê kirî wiha rêz

bikin.[1]

Feqiyê Teyran: Kela Dimdim

Mela Mehmûdê Bazîdî: Cami’îyê Rîsaleyan û Hîkayetan

Alexander Jaba: Recueil de Notîces et Recîts Kourdes, St. Petersburg, 1860.

Eugen Prym, Albert Socin: Kurdîsche Sammlungen Erzçlungen undLieder in den Dialekten des Tur Abdin und von Bohtan, St. Petersburg, 1887- 1890.

Oskar Mann: Die MundartMukrî- Kurden, Berlin, 1906- 1909.

  1. A. Zekî: Amîr XanîBradost û Qelay Dimdim, Kovara Gelawêj, 1940.

Heciyê Cindî: Folklora Kurdî, Erîvan, 1957.

Mihemed Teefîq Werdî: Qalay Dimdim, Bexda, 1961.

Qanatê Kurdo: Hîkayet û Stranên Qehremaniyê yên Kurdî, Moskova, 1962.

Casimê Celîl: Destana Dimdim (Klamê Çiya), Erîvan, 1970.

Mohamed Taqî Danespazuh, Seh Senadê Tarîkî wa Jografîa’î-ê Dewran-ê Sefewî, kovara Wahîd, 1971.

  1. Pedram, Ber Ferazê Dimdim, Kovara Huner û merdimê, 1975.

Prof. Dr. Ordîxanê Celîl: Êposa Cimeta Kurda ya Mêrxasiyê- Xanê Çengzêrîn, teza doktorayê, Moskova 1967; digel Celîlê Celîl di nav Zargotina Kurdî jî belav kirine. Moskova, 1978.

  1. Huseynî, Beytî Dimdim, 1981.

Cemîl Ehmed Zêro: Şoreşa Dimdim, Bexda, 1983.

Ebdulla Merdux: Rasperînî Dimdim û Qelaçoy KurdanîMukrî, Kovara Hêvî,

1983.

  1. M. Hamabor, Xanê Lepzêrîn û Kelayê Dimdim, Kovara Roşînbîrî, 1984. Riza Çolpan, Destana Dîroka Kurd û Kurdistan, Sidney 1995.

Reşo Zîlan, Destanên Kurdî, Stockholmê, 1996.

Muhsîn Kizilkaya, Kayip Dîwan, Stenbol, 2000.

Sadiq Bahadîn Amêdî, Ji Folklora Kurdî, Hewlêr, 2002.

Mihemmed Ebdullah, Beytên Kurdî, Dihok, 2002.

Serwer Abdurehman Omer, Karesata Qelay Dimdim (1608- 1609), Silêmanî,

2008.

Yasîn Hesen Goran: Pênc DastanîKurdewarî, Hewlêr, 2011.

Giulia Ferdeghini: Kelaê Dimdim Descrizione e Analisi di un Poema Epico Della Letteratura Orale Curda a Partire Dalla Documentazione Raccolta Nel Bahdinan e, teza doktorayê, Roma, 2012.

Amir Hassanpour, Beyt û Dimdim, Encyclopaedia Îranica.

  • Jêderên Me

Destana mijara vê xebatê yanî Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn, li devera Hekariyan ji devê deh dengbêj û beytbêjên cûda hatiye tomarkirin. Ev destan bi rêka dengirê ve hatiye qeydkirin û paşî jî hatiye deşîfrekirin. Ji van deh waryantên cûda da pênc waryant destanê bi temamî vedibêjin. Di pênc waryantan din da jî hinek ta û çiqên destanê hatine vegotin. Kesên me destan jê wergirtî di herêmê da wekî beytbêj û dengbêj têne nasîn. Em dikarin bi vî rengî ewên destan bi temamî gotî bidin nasîn.

– Ebdulqadirê Gwîzereşî (Ebdulkadir Kizdkaya): Xelkê gundê Gwîzereşê (Cevizli) ye ya ser bi navçeya Çelê (Çukurca) ya girêdayî Culemêrgê (Hakkari). Ji 70 salîyê boriye. Ji bilî Kurdî, Tirkî jî dizane. Xudan bîr û hafizeyeke gelek bi hêz e. Niha li Culemêrdê niştecih e. Wî, ev destan di kaseteke 96 dq’yî da vegotiye.

  • Sadiqê Şetinisî (Sadik Yilmaz): Xelkê gundê Şetinîsa Jorî (Yukari Kayacik) a girêdayî Culemêrgê ye. Di vegotina destan û serhatiyan da destekî bilind hebû. Di sala 1994ê di 54 saliya xwe da çûye ber dilovaniya Xudê. Wî, ev destane di kaseteke 92 dq’yî da vegotiye.
  • Ebdulkerîm Zawîteyî (Abdulkerim Akar): Xelkê gundê Zawîte (Kayalik) ye ya ser bi navçeya Çelê (Çukurca) ya girêdayî Culemêrgê. 53 salî ye. Niha di Mudîrîyeta Çandê ya Culemêrgê da wekî memûr dixebite. Lîse (amadeyî) qedandîye. Wî, ev destan di kaseteke 84 dq’yî da vegotiye.
  • Ehmedê Bayî (Ahmet Coşkun): Xelkê Gundê Bayê (Bay) ya ser bi Culemêrgê ve ye. Di sala 1997ê da di 65 saliya xwe da çûye ber dilovaniya Xudê. Wî, ev destan di kaseteke 45’yî da vegotiye.

– Ehmedê Asmînê ( Ahmet Şen): Xelkê gundê Hirkaşê (Kinikli) ya ser bi navçeya Çelê ya girêdayî Culemêrgê ye. Ji 90 saliyê boriye. Vê gavê li Çelê niştecih e. Wî, ev destan di kaseteke 30 dq’yî da vegotiye.

Dengbêj û beytbêjên ku hinek çiq û tayên vê destanê jibo me gotî jî eve ne.

  • Ebdilayê Keleş ( Abdullah Demir): Xelkê gundê Marifanê (Kurudere) ye ya ser bi navçeya Çelê ya girêdayî Culemêrgê. 73 salî ye. Lîse qedandiye. Mudîriyeta Perwerdeya Mîllî ya Culemêrgê teqawîd bûye. Niha li Culemêrgê niştecih e. Wî, ev destan di kaseteke 44 dq’yî da vegotiye.
  • Leşker Şîvişkî (Leşker Demir): Xelkê gundê Şîvişk ( Kavakli) ye ya ser bi navçeya Çelê ya girêdayî Culemêrgê. Derdora 60 salî ye. Di Mudîriyeta Îtfaiyê ya Belediya Culemêrgê dixebite. Niha li Culemêrgê niştecih e. Wî, ev destan di kaseteke 15 dq’yî da vegotiye.
  • Selîm Peyanisî (Selim ? ): Xelkê gundê Peyanis (Geçitli) ye ya ser bi Culemêrgê. 68 salî ye. Li gundê xwe niştecih e û bi cotyariyê ve meşxûl e. Wî, ev destan di kaseteke 14 dq’yî da vegotiye.
  • Seyyîd Omer Kelêtanî (Ömer Demir): Xelkê gundê Kelêtanê ( Taşbaşi) ye ya ser bi Culemêrgê. 77 salî ye. Li gundê xwe niştecih e û bi cotyariyê ve meşxûl e. Wî, ev destan di kaseteke 12 dq’yî da vegotiye.
  • Îskenderê Biyadirî (iskender Akar): Xelkê gundê Biyadir (Narli) ye ya ser bi navçeya Çelê ya girêdayî Culemêrgê. Nêzîkî 100 salê bûye. Li gundê xwe niştecih e. Wî, ev destan di kaseteke 5 dq’yî da vegotiye.

 

ji teza Yaşar KAPLAN hatiye wergirtin

[1]  Jibo berhevkirina vê lîstê îstîfade ji van jêderan hatiye kirin. Bnr: Zîlan, Reşo, “Lêkolînek Li Ser Destana Kela Dimdimê”, Edebiyata Kurdî ya Gelerî, Dîrok- Teori- Rêbaz- Lîteratur- Berawirdî- 1, (Ed. Ramazan Pertev), Weş. Avesta, Stenbol 201,5 r. 193- 195; Çaliştiran, Rûken, “Lîteraturek Li Ser Destanên Kurdî”, Edebiyata Kurdî ya Gelerî, Dîrok- Teori- Rêbaz- Lîteratur- Berawirdî- 1, (Ed. Ramazan Pertev), Weş. Avesta, Stenbol 2015, r. 223- 241.

Derbar ziman

Check Also

Şeşderba Îronîyê

Berhema Ahmed Muxtar Caf a navdar Meseleya Wijdanê tevlî kû wek çîrokek dirêj hatîye naskîrîn …

Leave a Reply