Xebatên Li Dijî Nexweşiyên Aids, Ta û Êşa Zirav

Serekê Canadayê Justin Trudeau ragihandina kar û barê foneke taybet ya raya giştî kir ku fon 11,65 mîlyar dolar berhev kiriye daku li seranserê cîhanê alîkariya kesên bi nexweşiya aids, ta û êşa zirav nexweş ketine, bike.

Justin Trudeau wiha dibêje: “Global Fund di sala 2002an de hatiye damezrandin û bi taybetî li ser sê nexweşiyên bixeter hûr dibe ku her roj 8000 kes ji ber nexweşiya aids, ta û êşa zirav diherin li ber rehma Xwedê. Nexweşiya aids, ta û êşa zirav bandora xwe bi taybetî li kesên hejar û neçar ku pirraniya wê ji zarok û jinan pêk tê, dike.”

Damezrînerê Microsoft Bill Gates ku bi qasî 600 mîlyon dolar (537 mîlyon euro) piştgiriya vê fonê dike, wiha didomîne; “Dibe ku em bi vê pereyê ne hemû kesên nexweş, ji nexweşiyê xelas bikin lê em dikarin bi mîlyonan kesên nexweş, ji nexweşiyê xelas bikin.”

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî piştgiriya xwe eşkere kiriye û 3,65 mîlyar euro diyarî vê fonê kiriye.

Metîn Eser – felsefevan.org

Çavkanî: ANP

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply