Xebatên fîlmê “Lordê Gustîlkan” dest pêkir

Fîlmê “Lordê Gustîlkan” ku bi mîlyonan kes temaşa fîlmê sînemayê kiribû niha dibe rêzefîlmê ser televîzyonê. Berê jî behs hebû ku xebatek wisa bibe lê kes mesref û çêkirina fîlm nedabû ser milên xwe.

Mafê adaptasyona fîlm nêzî 250 mîlyon dolarî ji aliyê şîrketa Amazonê ve hat kirîn. Wê ne tenê di sezonek de lê di gelek sezonan de bê nîşandan. Ji ber her sezonek, tenê ji bo salekiye.

Di çêkirinê de Amazon Studios, Tolkien Estate and Trust, HarperCollins û New Line Cinema wê bi hevre hevkarî bikin.

New Line Cinema, di projê de, weka îhtiyada Warner Brosa ku berê fîlmê sînemayê çêkiribû xuya dike.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply