Xebatên bi Kurdî li ser Quranê

Quran ji ber ku pirtûka pîroz ya ola Îslamê ye xwedî girîngiyeke mezin e. Di kitêbê de 114 sûre û 6236 ayet hene.  Ji aliyê misilman û bawermendan ve wisa tê bawer kirin ku ew di sala 610an de hatiye daxistin. Ew bi tevahî ji 600 rûpelan pêk tê. Pirtûka pîroz di destpêkê de li ser çerm, kevir û pelan hatiye nivîsandin lê dûre ku her amûrên teknolojiyê bi pêş ketine ew li ser kaxez û komputeran jî hatiye qeyd kirin û weşandin. Ji ber ku ew piştî Tewrat, Zebûr û Încîlê hatiye, quraan wek kitêba dawîn ya pîroz tê qebûl kirin.

Wergera wê ji bo gelek zimanan jî hatiye kirin lê Kurd ji bo demeke dûv û dirêj quranê bi zimanê Erebî, Farsî û Tirkî xwendine. Lê belê ev rewş guherî û Kurd jî wê fersendê bidest xistin ku quran a pîroz bi zimanê xwe bixwînin û jê fam bikin. Asas wergera pêşî ya quraana Kurdî ji aliyê Îngilîzekî ve hatibû kirin ku navê wî Ely Bannister Soane e. Ev werger di sala 1920î de di kovara ‘Pêşkewtinî Silêmanî’ de hatibû weşandin. Lê tefsîra pêşî ji bo Kurdî ji aliyê Melle Mihemed Xwaherzad ve hatibû nivîsandin. Dûre rewşenbîrê navdar Kamuran Alî Bedirxwan ew di sala 1941ê de wek tefsîr wergerandiye Kurdî û vê yekê jî bi tîpên latînî kiriye.

Berpirsê Giştî yê Weşana Nûbiharê Suleyman Çevîk got: “Quran wek ku tê zanîn kitêba pîroz a misilmanan hemiyan e. Di nava wan de em dikarin bêjin gelên cûr bi cûr ku Îslamê qebûl kirine quranê ji xwe re wek kitêba pîroz qebûl dikin, dixwînin û jê îstîfade dikin. Peyama wê werdigrin û wê di jiyana xwe de tetbîq dikin. Bi gelek zimanan li ser quranê xebat hatine kirin. Dema em li misilmanên ser ruyê erdê dinêrin em dibînin ku gelek kar li ser kitêba pîroz hatine kirin. Li aliyê din dema em li civaka Kurdan dinêrin jî em dibînin gelek alim ji vê civakê derketine. Ew jî li ser quranê karên gelekî rind kirine. Lê mixabin ji ber ku zimanê Kurdî nebûye zimanekî fermî xebatên ku Kurd kirine bi zimanên din bûne. Weke mînak bi zimanê Tirkî bûye, bi Farisî û Erebî bûye. Dema em li tarîxa van tiştan mêze dikin em dibînin gelek însanên ku li ser quraanê xebat kirine Kurd in lê bi zimanên cihê li ser kitêbê kar kirine.”

Quran serê pêşî dihate jiberkirin û ji aliyê kêm kesan ve eşkere dihate fam kirin. Lê belê ji bo ew peyama ku kitêb dide bi awayekî zelal were hîn bûn divabû wergera wê ji bo zimanên din jî bihata kirin û belav kirin. Ji xeynî civakên misilman yên ku ne misilmanin jî ew wergerandine zimanên xwe ku bi Ingilîzî, Rûsî û heya bi Çînî jî hatiye çapkirin. Bi vî hawî kesên ku bi zimanê Erebî nizanibûne jî karibûne quranê bixwînin. Kurd yek ji wan pêşîntirîn gelan in ku derbasî ola Îslamê bûne. Lewma jî nebûna kitêba pîroz bi zimanê Kurdî kêmasiyeke mezin bû. Lê îro quran bi zimanê Kurdî jî dikare were nivîsandin û xwendin.

Suleyman Çevîk herwiha got: “Xebatên ku em bêjin bi zimanê Kurdî li ser quranê hatine kirin bi taybetî ji bo Tirkiye dibêjim ji salên 90î vir de gelek xebat hatine kirin. Ango weke nivîskî dibêjim. Lê di warê famkirina quranê û peyama wê û îzah û şîrovekirina wê de ji xwe ji berê de gelek xebat hatine kirin. Weke mînak di Hawar ê de Kamuran Alî Bedirxan parçe parçe wergera wê kiriye. Lê weke kitêb cara pêşî di nava Kurdên Tirkiye de Melle Evdilla Varli di 1994an de meala xwe çap kir. Li pey wê jî mealên din hatin. Teqrîben nêzîkî 10 mealên bi Kurdî hene. Li pey wî Mele Mihemedê Garisî çêkir, Mele Mihemedê Hekarî mealekê çap kir. Dûre 3 melleyên din jî mealên xwe çap kirine. Îro Weqfa Diyanetê jî mealeke bi Kurdî çap kiriye.”

Helbet nedibû ku quran bi tenê bi zimanê Erebî be. Çi misilman an ne misilman divabû karibin vê pirtûka pîroz bi zimanê xwe bixwînin û jê fam bikin. Lewma ev çapa wê ya bi Kurdî kêmasiyeke mezin ya kitêba pîroz ji holê rakiriye.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply