Xebateke sereke ya li ser zimanê Kurdî: Mukaddîmet-ûl Îrfan

Em dikarin nivîsîn û behremên çapkirî yên Mehmed Mîhrî li ser du koman parve bikin: Koma yekemîn, nivîsên wî yên ku wek meqale di kovar û rojnameyên Hetavî Kurd, Jîn û Kurdistanê de hatine çapkirin; koma duyemîn, nivîsîn û berhemên wî yên ku wek pirtûk hatine çapkirin. Di vê nivîsî de, em dê behsa berhema wî ya bi navê Muqeddîmet-ûl Îrfanê bikin, ku bi mewzû û naveroka xwe ve, yek ji xebatên sereke ya li ser fonetîka zimanê kurdî ye.

Ev berhema Mehmed Mîhrî ya ku bi navê mahlas ê “M. M.”, di sala 1918an de ji aliyê çapxaneya Necmî Îstiqbal ve hatîye belavkirin. Karê çapkirin û belavkirina Muqeddîmet-ûl Îrfanê,ji alîyê Arvasizade Seyyid Mehmed Şefik ve hatîye kirin. Di hejmarên 2., 3. û 4. ên kovara Jîn de li ser vê berhemê daxuyanîyek weha hatîye belavkirin: “Di bareyê qaîdeyên lûgatê zimanê kurdî de bi navê Muqeddîmet-ûl Îrfan rîsaleyek hatîye neşirkirin. Ev rîsale di îdarexaneya me û dikana Hemdî Efendî yê Sehaf de tê temînkirin. Ciyê dikana wî di Şehzadebaşîyê de nêzîkê Şirketa Koperetîfê ye.”[1]  Di çend hejmarên kovara Jînê de çapbûna “Muqeddîmet-ûl Îrfan” hatîye îlankirin û xwendina wê ji bo xwendevanan hatîye tewsîyekirin.

Muqeddîmet-ûl Îrfan, piştî çapa wê ya pêşîn, cara yekemîn bi tîpên Latînî û wergera turkiya îro û herweha kurmancîya wê li ser malpera kovara Bîr hatîye belavkirin û 17 rûpel e. Ji daxuyanîya nivîskar jî xuya dibe ku ev namilke (pirtûka piçûk), wekî destpêka pirtûka “Îrfan” hatîye amedekirin.

Nivîskar, pirr qîmetê dide nivîsandina bi zimanê kurdî û perwerdeyîyê. Eserên nivîsandî wek nîşana hebûn û berdewamîyê dibîne û dibêj; terz û hostetîya her kesî wekî ruhek tesîr li berhemên wî dike, piştî em çûn hun dikarin hebûna me di berhemên me de bigerin. Di vê çarçoveyê de armanca lêkirina pirtûkê jî weha tîne ziman:

“Min ji bo mifedarîyek giştî dest bi çêkirina vê eserê kir. Mifedarîya ku ji vê eserê peyda bibe, ji her kesî bêtir yê milletê kurd e. Ji ber ku di nav unsurên Îslamê de, ji her taîfe û komê bêtir pêdivîya kurdan bi ava heyatê ya îlim û îrfanê heye û ji her unsûrî bêtir pêdivîya wan bi zadê perwerdeyî û tedrîsatê heye. Digel vê yekê, ji ber ku ev xizmeta îlmî (zanistî), heman demî wezîfeyek girîng û muqades a Îslamî ye jî, bi hewldana vê xebata ku behsê wê hate kirin kêfxweş û serbilind im.”[2]

Eger em xebata bi navê “Kavaid-i Lisan-i Kurdî”[3] ya Omer Avnî Efendî yê Xarputî nejimêrin, ku îro li ber destê me nîne, Mukaddimet-ûl Îrfan, yek ji xebatên berdest ên destpêkî û sereke ya fonetîka ziman û zaraveyên kurdî ye, bend bi bend hatîye lêkirin û ji 140 bendan pêkhatîye. Nivîskar rexne li kêmanî û şaşîyên hinek xebatên der heqê vê mewzuyê de digre, li ser terz û naveroka vê pirtûkê jî weha dibêje:

“Di zimanê kurdî de gelek şêwe û lehçeyên muhtelîf hene û qaîdeyên wan ên rêzimanî nehatine dîyarkirin. Herweha nuqsanî û kêmanîya eserên der heqê vê babetê de jî hene, ji ber ku kêmanî û xeletîya van eseran nehatîye temamkirin û serrastkirin, gelek dîyar e ku ji îptîdaîtîyê xelas nebûne. Zîra xwedîyê her eserê, tenê hinek qaîdeyên şêwe û lehçeya xwe derxistine holê. Halbûkî eserekî wisa nikare bibe aîdê zimanê kurdî, belkî dikare bibe zimanê eşîretek, qebîleyek yan jî wîlayetek yaxud yek-du wîlayetan. Lê ev yek nabe sebebê serrastkirin û bijartin û yekîtîya zimanê kurdî, bîlakîs dibe sebebê jihevkirin û tevlîhevîya wî.”[4]

Hewrweha nivîskar rexne û gazindên xwe li alimên berîya xwe dike û dibêje; wan wezîfeya xwe neanîne cî û xizmetên pêdivî nekirine.

“Ji ber ku yên berîya me pêdivîya mesûliyetîya xwe neanîne cî, ez bi xwe bûm yek ji pêşengê xebatên vê sehayê.”[5] “Di nav vî qewmî de gelek mirovên xwedî fazîlet û belkî yên dahî jî hebûne û bîlfiîl jî hene, feqet nikarîne xizmetên pêdivî pêk bînin. Lakîn van mirovan ji hinekan re gelek xizmet kirine û ji ber vê xizmeta wan jî, teşekûr û tebrîk ji bo wan hatine teqdîmkirin.”[6]

Bêguman digel rexne û lomeyên xwe, behsa xebat û şexsîyetên berîya xwe jî dike û bi taybetî der bareyê xebatên li ser zimanê kurdî de dibêje;

“Van xebatan hemû nehatine çapkirin û ne di halê îstîfadekirinê de ne. Li gor bihîstina min, ji alîyê wezîrê malîye yê Îranê Hecî Faxrû’l Memalîk ê hikumdarzadeyê Benî Erdelanî ve, der heqê qaîde û rêzimana kurdî de pirtûkek mukemel hatîye nivîsandin û çapkirin. Ji ber ku ev pirtûk sih (30) sal berîya jidayikbûna min hatîye çapkirin[7], li Kurdistanê ez rastê tu nûsxeyekê wê nehatim û der heqê vê pirtûkê de zanîna min nîne. Lêbelê di her halûkarî de, divê em li hemberî vê hewldana alîmane ya milletperwerekî esilzade yê wekî Hecî Faxrû’l Memalîk mûteşekkîr û xweşhal bin.”[8]

Nivîskar di nîvîseke xwe ya din de jî basa girîngîya ziman dike û dibêje: “Însan bi sayeyê qesekirinê ji heywana tête cudakirin, eger qese nebe, ji heywana cuda nabe.”[9] Di berdewamîya nivîsa xwe de, herweha tunebûna xebatên rêkûpêk ên li ser tarîx û rêzimana kurdî jî, wek kêmasîyeke gelek mezin dibîne û dibêje: “Zimanê kurdî, bi vê şîrînayî û nazikîya xwe ve, ne qewaîd û ne jî kitêbên wî hene. Bi tevî vê pirranî û kevnarîya komeleya kurd, tarîxek wê ya çak nîne. … Eger kurd hewl bidin qewaîdek bihinrête nav, ne mecburê fêrbûna zimanekî din dibe û ne jî kurdîya wî ji nav diçe”[10]

Ji ber vê yekê, bêyî ku em murecaatê alîyekî bikin, bi awayek azad û bi serê xwe me vê pirtûkê nivîsand. Armanca vê pirtûkê serrastkirin, yekgirtin û bijartina zimanê kurdî ye; nexwe ne belavkirin û jihevkirina wî ye.” [11]

Di berdewamîya nivîsê de, di bareyê çarçove û armanca vê xebatê de, li ser mewzûya berhemê û fonetîka kurdî weha hatîye gotin:

“Mijara (mewzûya) ev berhema ku bi navê “Îrfan” hatîye binavkirin, behsa lûgata îslamî û zimanan dike û di nav van zimanan de jî dê bîlhesa behsa turkî, erebî, farisî û kurdî bête kirin. Wek destpêka vê pirtûkê, li vê derê, bi guherîna dengan (tîpan) ve girêdayî, dê hinek dustûrên girîng û bingehîn ên li ser guherîn û veguherîna mana û çêbûna peyvên zimanê kurdî bêne nîşandan û li ser esasên qewî ji bo balkêşîya xwendevanan bêne arzkirin.

Ji alîyê yekgirtinî, terz û şêweyan ve maddeten hinek cihêtî di navbera zimanê qebîle û eşîretên kurdan de hebe jî, bi rastî ew ên ku weqfê van qaydeyan bibin, dikarin baş zimanê kurdî têbigîjin. Di dîyarkirina van qayde û dustûran de, divê em bi nêrîneke durist û balkêşîyê, bê waswase û şaşitîyê li terz û şêweyê zelal ê qebîle û eşîretan bigerin û têbigîjin.”[12]

Seîd Weroj-Kovara Bîr

[1] Jîn, kovara kurdî-tirkî, werger: M. Emîn Bozarslan, cild: 1,  j: 2, 3, 4, Weşanxana Deng, Sweden, 1985

[2] M. M., Muqeddîmet’ul îrfan, çapxaneya Necmî İstikbal, Îstenbul, 1918

[3] Bn. Mehmet Bayrak, http://www.navkurd.net/nivisar/mehmet_bayrak/harputluomer.htm, 20.04.2014

[4] j. b.

[5]  j. b.

[6] M. M., Mukaddimet-ûl Îrfan, çapxaneya Necmî İstikbal, Îstenbul, 1918

[7] Dema em dîroka jidayikbûna M. Mîhrî di ber çavê xwe re bigirin, bi îhtimaleke mezin ev pirtûk di navbera salên 1850-55an de hatiye çapkirin (S. V.)

[8] Kurdistan, no:2, r. 21-22

[9] Binî Erdelanî, Rojî Kurd (1913), Le tarîkî bo ronîkî, no: 4, weşanên War, 2002, Îstenbul, r. 112

[10] j. b., r. 112

[11] M. M. Serf û nehiwa kurdî, Kurdistan, no: 2, r. 21-22

[12] M. M., Mukaddimet-ûl Îrfan, çapxaneya Necmî İstikbal, Îstenbul, 1918

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply