Xatir Xwastin – Abdurrahman Aydoğdu

Ji xatir xwastinê re peyva herî hêsan peyva; “oxir be” ye, lê di wateya xatir xwastinê de pir tişt heye, ê ku fehm bikin…

Kî dizane? xatir xwastin ji giyana meriv çi dibe? Kî dizane bi kar anîna peyva xatir xwastinê bi kîjan êşê tê gotin?? Kî dizane kî???

Niha bifikire Ê ku ji tiştekî fehm neke çavê xwe hebe, lê kor be Hiş hebe lê nefikire, Bibîne lê berî xwe bide cihekî din…

Li cihekî din hez kirinê bigere…

Jê re çi tê gotin??

Bersiva min tune, ez bêdeng im, Bêdeng…

Lê hez kirin bêdeng nabe… Lewra ku hez kirin bi parvekirinê wateya xwe dibîne… Wateya hez kirina min jî tu yî… Êdî li ba min hez kirin tiştekî bêwate ye…

Di hestan de nakokî nabe An xwediyê hestê xwe be An jî ramanê xwe bîne ziman An jî ku tu bêdeng ma yî Tiştekî hîs meke û mefikere Tenê bibêje bi xatirê te Lewra ku tu carê dereng ma yî…

Ku xatir xwastin dijwar be jî Carinan xatir xwastin pêwîst e jî…

Ku xatir hat xwast jî Tu yê hesabê bersiva hêsan, A bersiva oxir be jî bikî… Lewra ku tu tenê dizanî, oxir be te diêşîne…

Niha qet mefikere Mebêje çi bû Dê çi bibe…

Ku çi bû êdî bû…

Tiştê çû nede dû…

Niha tenê ji carekê ve Ji dil ve xatir bixwaze û Bibêje bi xatirê te… Bi xatirê te…

Bila qe bersiv “oxir be” jî Êdî her tişt qediya

Bi xatirê te… Bi xatirê te…

Abdurrahman Aydoğdu

Derbar Çand Name

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply