Xanî çima kurdan dişibîne pezê bê şivan?

Di sedsala 17an de, helbestvan û zanayê Kurd ê mezin Ehmedê Xanî li ser mijara hizr û ramanên neteweyî sekinî û bi tundî nebûna yekîtî û tifaqê di nav miletê Kurd de şermezar kir.

 

Xanî ev nakokî û bêtifaqî ku ji wê çaxê ve di nav Kurdan de hebûn, wek yek ji sedemên sereke yê bindestî û nebûna dewleta kurdî de dîtin. Êş û derdên miletê Kurd ji Xanî re bûne çavkaniya îlhamê û wî bi pênûsa xwe ya nemir ew anîne ziman.

 

Berî zelalbûna bîr û baweriyên neteweyî bi awayekî eşkere, Ehmedê Xanî yê mezin di dil û hişê xwe de hezkirina ziman, netewe, welat û miletê xwe xwedî kiribû. Kesî bi qasî wî di berhem û helbestên xwe de behsa babetên neteweyî û avakirina dewleta kurdî nekiriye û êş û kul û nakokiyên Kurdan neaniye ziman.

 

Di destpêkê de Ehmedê Xanî, şaş û behitî dimîne ka gelo çima ji nav hemû gel û miletên vê dinyaya mezin, tenê Kurd bêdewlet mane û her û her di bin nîr û destê neyaran de asê mane, lewma jî wiha dibêje:

 

Ez mame di hikmeta Xwedê de.

Kurmanc di dewleta dinê de.

Aya bi çi wechî mane mehrûm.

Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm!

 

Lê Xaniyê dûrbîn û kûrbîn hê zû êş û birîna Kurdan a qemûşknegirtî û bêderman nas dike û tiliya xwe datîne ser. Xanî nebûna dewleta Kurdan û bindestiya wan bi nebûna yekîtiya wan ve girê dide û dibêje:

 

Ger dê hebûya me itîfaqek.

Vêk re bikira me inqiyadek.

Rûm û Ereb û Ecem temamî.

Hemiyan ji me re dikir xulamî.

Tekmîl dikir me dîn û dewlet.

Tehsîl dikir me ilm û hikmet.

 

Bingeha sereke ya dewletbûn û serbestiyê li gor çax û dewrana Xanî, hebûna mîrekî yan mezinekî ye. Xanî dema li derdora xwe dinihêre û dibîne hemû milet xwedî şah û padîşah in û tenê Kurd weke pezê bêşivan di qadeke windayî de diçêrin, bi dilêşî dibêje:

 

Gerdê hebûya me padîşahek.

Layiq bidiya xudê kulahek.

Hasil bibûya ji bo wî tacek.

Elbet dibû ji me rewacek.

Xemxwarî dikir li me yetîman.

Tînane derê ji destê leîman.

Xalib nedibû li ser me ev Rom.

Nedibûne xirabeyê destê bûm.

 

Ango eger Kurdan jî padîşahekî Kurd hebûna û tacek li ser serê wî bûna, wê demê dê rewaca me jî û navûdengê me jî di nav gel û miletan de hebûya. Xanî bîra sikke û pereyan jî biriye, wek nîşanekê li ser hebûna wê dewleta kurdî û dibêje:

 

Ger dê hebûya me serfirazek.

Sahib keremek suxen newazek.

Naqdê me dibû bi sike meskûk.

Nedima wiha bê rawac û meşkûk.

Neqdê me mebêje kêmbiha ye.

Bê sikkeyê şahê şehrewa ye.

Ger dê bibûya bi zerb-i menqûş.

Nedima wiha bêrewac û mexşûş.

Besam Mistefa-Rûdaw

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply