Weyla Li Min Dayê

Di dirêjahîya şevê de, xuş xuşa barana şilî û şilopeyê, xul xula avên belekîyan, nalenala dayîka wîya rebena li ber mirinê di nav cîyan de, xênjî wî, tu kesî nedibihîst. Xulxulên avan tevê dengên baranê  di tarîya şevê de hur hur li havirdorên gundê wan belav dibû. Birûskê vedida, hîmê erdê dihejand û ronahîyek li rûyê ewr û erdên reş belav dikir. Xof û tirsa tenêbûn û tarîya şevê bi şewqet û hezkirina dayîka xwe têkdibir. Dayîka wî nexweşeke pir giran bû, ew jî, ji êvar de li ber serê dayika xwe bû. Ji xwe ji bo ber serê dayîka xweya reben bi sekine û baweşîn bike destûr girtibû û hatibû gund. Tewê xûşk û birayên xwe dor bi dor li ba dayîka xwe disekinîn û îşev ew li ber serê dayîka xwe bû.

Bi nalînên bê taqet carcaran dayîka wî çavên xwe vedikir li kurê xwe mêze dikir, lê miqabil zimanê wî tew lê diket nikarîbû tiştekî şirîn û şekir ji kurê xwe re bibêje.Lê belê li hev mêzekirina wan besê her tiştî bû ! Wextê dayîka wî lê mêze dikir, wî çavên xwe jê direvand û wek dîza binê tendurê dilê wî dikelîya û kelekela dilê xwe dida tepisandinê.

Bihar bû. Berf û cemeda ku ji şeş-heft mehan vir de ketîye ser hev bi germahîya pilingê ( cemrê ) hêdî hêdî dihêrifî û hemû xweza, heyînî û  candar bi nû ve ji destên zivistanek dirêj û dijwar xilas dibû. Li Tekmana jêrîn belekîyên berfê hêdî hêdî piçûk dibûn û her wiha reşahîyên erdê jî fireh dibûn. Zuhayî pê de zêde dibû û cîyên berbiroj êdî wek miqnetîs merivan dikişandin. Zarokan li ser banan dilîstin. Hemû gul û çîçekên nazik û nazenîn hazirîya xwe ya vedan û vekirinê de bûn. Li gund û çîyan de bayê qulbê ( başûr ) di van rojan de zêdetir zorê dida şepeyên cemidî û bi lez û bez peritîyên berfê jî ji hev diçûn. Di newal û şaxan de bi gurmegurm av diherikîn.

Gundê wan nêzikê çemê Erez bû û ber û berê çemê Erez, êdî hêdî hêdî di hazirîya şînbûna erdê û vedana hemû giha, gul û nebatan de bû. Keskbûn û rengînbûna qir û beyaran destpê kiribû û ji zor û zehmetên zivistanê, pez û dewar û hemû heyînî êdî xilas dibûn. Her wiha firîqetî û rihetîya biharê li hemû qadên jîyanê belav bibû.           

Awaz û newayên hemû candaran li der û doran deng vedidan. Lê belê dayîka wî ji nexweşîyê fesala xilasbûnê û felatê bi dest nexistibû û nexweşîya wî roj bi roj dijwar dibû. Nexweşê kezebreşê bû û çend caran biribûn amelîyatê ji ber ku qelbê wî qers bû li ser dezgehên amelîyatê rakiribûn û hemû endamên malbatê di nav neçarîyê de heta niha ma bûn. Cara dawîn birayên wî dayîka xwe biribûn  nexweşxana Erziromê û çend rojan dayîka xwe di nexweşxanê de dabûn razandin lê belê doktoran neçarî anîbûn ziman û rêya malê rava wan kiribûn…her wiha ew jî ji bo dayîka xwe hatibû û li ber serê dayîka xwe bû…

Di nav vedana birûskê, xurmînên evran û şevtarîya meha nîsanê de, bi dilek kelîyayî :  « bi nû ve candarî ji bo her tiştî çêbûye lê miqabil dayîka min di despêka demsala biharê de nexweşeke giran e û di ber sekerata mewtê de ye ! ».

Li ber pencerê li tarîya şevê mêze kir ; ji nişka ve birûskê veda ronahîyêk avet ser çavên wî û paşê hişê wî zelal bû, derbasbûya emrê xwe bibîr anî.

Destê dayîka xwe di nav destên xwe de givaşt û çend caran maç kir û her wiha ket bîrek kûr û dûr ! Derbasbûna emrê wî û rewş û timtêla dayîka wî wek kurtefilmek li ber çavên wî herikî. Dayîka wî wextê li ser xwe bû, çiqas bedev bû. Bejn û bala wî, girêdana wî… Bi taybetî kofiya wîya heft reng çiqas lê dihat ! Sewqet, hezkirin û pêşabûna wî jî bêhempa bû…xûşk û birayên wî gişt hezkirîyên wê bûn lê ew herî hezkirîyê dilê dayika xwe bû. Dayîka wî digot « ji Xwedayê xwe dixwazim ku tu hergav li ba min bî ! Wextê ez bimirim,tu heta destê xwe nedî ser çavên min û tu çavên min negirî, çavên min vekirî dimînin li vê dinê ».

« Gelo ez ji bo wî xwestika dayîka xwe li vir im ? Ji bo çavgirtina wê li vir im » Dilê wî tenik bû hêsrên çavên wî dilop dilop ketin ser çokên wî, bî axîneke dirêj destê dayîka xwe berda kereker li çokên xwe xist. Serê xwe girt nava destê xwe û ponijî. Nişka ve birûskê veda û bi qirçîna ewran re bi xwe hat. Dayîka wî çavên xwe bêmecal vekir û disa li kurê xwe mêzekir. Bi işaretên çavan halê wî yê bê xew mayînê pirsî û çavên xwe disa girt.

Dayîka wî wextê çavên xwe girt, sarbûna odê hîs kir. Ji cîyê xwe rabû, destên xwe li sobe gerand û got : « Derbasbûna  şevê de wek her tiştî soba min jî raketîye ».Hêdîka derê sobe vekir û xwelîya sobê valakir menqelê. Wek rêveçûna pisîkê hêdî hêdî û bê deng ji odê derket.Li ber derî ezmana mêzekir,lê belê reşetarîya  meha nîsanê bû, çav çavan nedidît. Di binê hûr hûr baranê de xwelîya menqelê da bayê û reşand nava tarîyê. Saw firîya dilê wî bi lez derî li pişt xwe avêt ket eywanê û çend telt sergîn hur kir, menqel tijî kir û derbasê odê bû…

Zereqa serê sibê gav bi gav odê ronahî dikir, li ber girmegirma sobeya kermên mîyan, betilandin û westandina çend rojan û taybetî ya îşev êdî li can û bedena wî kar dikir, li ser sandalîyê, li ber karola dîya xwe nikarîbû bisekinîya û êdî xwe nikarîbû bigirta. Li ser kulavê sorên germî xwe yek pere dirêj kir û wek kevirê tu bavêjî binê bîrê, xew re çû.

Çavên xwe bi girîyên xûşka xweya mezin vekir. Xûşka wî li ber karolê destê dayîka xwe girtibû û dilorand. Jê re got  « delalîyê dayê şeva te çawa derbas bû ». Lorîyên xûşka wî dilê wî keland çavên xwe ji xûşka xwe revand û bala xwe da saetê ji nişka ve rabû ser lingan û got « Ez karmendim divê ez ji bo çend rojên dinê jî destûrek fermî bigirim,  ezê biçim ».Çû ber cîyê dîya xwe û bi dengek bilind got :  « Dayê ! Ji ber ku çend rojên dinê destûrê bigrim, bi îzna Xwedê bi îzna te ezê biçim Erdîşê  û li pê destûrê bi kulfetên xwe ve werim ».Dayîka wî çavên xwe bêmecal hinek vekir û  destên xwe rakir û qasê bi karibe bi îşarêtên çavan, ji bo kurê xweyên delal, bi dil û can duayên xweyên dawîn kir, paşê wek baskên şikestî destên wî ketin ser singê wî. Destê dayîka xwe girt, bi dengekî bilind girîya herçî kesên li odê hemû pê re girîyan.Bi lez û bez destê dayîka xwe çend caran maç kir, da  ser serê xwe û ji malê wek gulle derket.

Li binê gund li wesayîtek sîyarbû, bi dilekî kelekel, bi xem ber bi mala xwe rê dibirî. Li duryana Agirîyê peyabû û li otobusek sîyar bû. Deşt bi deşt di bin baranek nerm de rê dibirrî û di deşta Dutax û Panosê de ajovan bi dengek nizm muzîk vekiribû û hûr hûr dengên kilamên Yêrîvanê vî mest dikir, rihetîyek pê ve hat, hênicî û xewre çû. Di nav demekî kurt de bi xwe hat. Dilê wî ji her demî pirrtir kelîya, şewitî wî jî nizanîbû çima? Hêsrên wî dilop dilop li ser sûretên wî diherikîn û diketin ser singê wî. Rêwîyê li kêleka wî lê mize kir û tu wateyek neda hêstirên çavên wî.

Hêstirên çavan bi destmala xwe zuhakir, cama ber xwe ji hilm û gulmê paqijkir û li dorhêlên rê mêzekir. Otobus di deşta Erdîşê de li ser asfalta şil û pil diherikî û ew jî diponijî û rewş û nexweşîya dayîka wî li ber çavan derbas dikir : « Gelo dayîka min he ye, tune ye ».

Otobus li termînala Erdîşê rawestîya. Bi lezgînî ji otobusê peya bû û rêya mala xwe girt.

Wextê çû ber derê malê; li derî xist jina wî derî vekir : « Tu çima hatî, xwezila tu nehatayî! ». Li çavên hev mizekirin. Edî wî fêm kir ku xebera mirinê berîya wî hatîye jina wî re. Edî wî fêm kir ku wextê di otobusê de hêsir dibaran dayîka wî jê xatir xwestibû û bi dengek bilind got : « Weyla li min dayê ».

Nasır Kemaloğlu

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply