Çarşem , 30 Îlon. 2020

Werin! Em Mîrzade Sînemxan Celadet Bedirxan Nas bikin!

Ew neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802’an de li Cizîrê çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847’an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana xwe, tevî zarok û neviyê xwe di sirgûniyê de winda kiriye. Tevî ku mîr Bedirxan bi hisreta axa Cizîra Botan bû, lê siltanê Osmaniyan rê nedidayê ku vegere Botan, ne ew û ne zarokên wî.. Belê Sinamxan Neviya kurê mîr Bedirxan, Emîn Alî paşa ye, yê ku di sala 1851an de li Stenbolê çêbûye û di sala 1926’an de, li welatê Misrê, bajarê Qahîre miriye. Bavê Sînemxan, mîr Celadet Alî Bedirxan e, yê ku di sala 1893’an, di sirgûniyê de, li Stenbolê, çêbûye û sala 1951’ê li Şamê miriye.. Diya wê, Rewşen xanim Bedirxan e, ya ku di sala 1909’an de li Qeyserî çêbûye û di sala 1992’an de li Sûriye, bajarê Banyasê miriye. Rewşen xanim, yekemîn jina kurd e ku bi kurdiya latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye.

Mîrzade Sînemxan Celadet Bedirxan, di roja 21ê adara 1938’an de li Şamê çêbûye, ji ber zewacê, xwendina xwe di hiqûqê de nebiriye serî û di roja 22 meha tebaxa 1959’an de bi nivîskarê kurd Salah Sadellah re zewiciye. Bi salan mala wan li Bexdayê, hem jî li Kerkûkê maye. Li Bexdayê, di bingeha Neteweyên Yekbûyî de İnternationall Schoolê mamostetiya zimanê Fransizî kiriye, û li Kerkûkê beşdrî di avakirina hevgirtina jinên kurdistanê de kiriye, niha malnîşin e (teqawit e). Bi çend zimanên biyanî dizane wek: Erebî, Îngîlîzî, Fransizî, Almanî û Tirkî, lê zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wê ye. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz, Azad wek bavê xwe endezyar e, niha gelek kompaniyên wî yên bi navê GAVAN li Hewlêrê hene . Dilnaz, li Parîsê dimîne. ji berî çend salan ve mala wê ji Bexdayê hatiye Hewlêrê, û niha ew li Hewlêrê, taxa Eynkawa dimîne.

Qamişlo, 3/7/2017

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Nirxandina Pirtûka Helbestên Occo Mahabad ”RONDIKÊN BINEVŞÊ”

Nirxandin nirx e, qîmet dayîn e. Li cem mirov tiştên bi nirx/qîmet girîng in. Mirov …

Şiroveyek

  1. Avatar

    li gor hesabê we, Sînemxan beriya bavê xwe hatiye dinyayê…

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.