Werin, em Botan Mihemed Arif Cizîrî Bibîr Bînin!

Wek ku diyar e Mihemed Arif Cizîrî di roja (17/12/1986)an de li Kurdistana başûr, bajarê Duhokê çûye ber dilovaniya Xwedê. Anku di roja 17.12.2017 an de 31 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe. Werin, em wî bibîr bînin?!
Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî: Di havîna 1912an de, li bajarê Cizîra Botan, taxa Mîr Elî, çav bi gewrika dinyê ketibû.

Bêguman her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser pişta navdaran tê nivîsandin, çi di warê şer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye. Di heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez kurd im, wî, li seranserî 50 salî, jiyana xwe ji bo gotin û awazên strana kurdî a orjînal terxankir û di wê navê re gelek ji folklorê me ji talanê parast.. Erê ew bû yê ku di mercên dijwar de, bi dûv gotina kurdî ya resen de dibeziya, ew gotin di tûrêkê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de belav dikir.

Sebaretî min û Mihemed Arif Cizrawî dikarim bibêjim; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawarê a mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pêre jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim.. Bi wiha xwendin û guhdarîkirin re bêhna min derdikeve û ew tenêtî û valahiya ku ez têde, ji hev belwela dibe.

Erê, eger bi xwendina Hawarê re ez sexletên nû di nivîsandinên pêşengên toreya kurdî ya nûjen de dibînim û bi xwendina Melayê Cizîrî re kûr û dûr diçim û pêre ala hezkirina Selmayê bilind dikim. Lê bêguman ez bi guhdariya deng, awaz û gotinên stranên Mihemed Arif Cizîrî re li gelî, zozan û çiyayên Kurdistanê digerim û wiha bîna min fireh dibe, canê min rehet dibe û careke din li normaliya xwe vedigerim.

Dilşad û kêfxweş dibim ku di bîranîna 31 saliya koçkirina Mihemed Arif Cizîrî de, wî bi van çend gotinan bibîr bînim û dilê xwendevanên zimanê kurdî û evîndarên stranên wî xweş û geş bikim.  Evin çend firdik ji gotinên strana Bavê Seyro ya ku ji Mihemed Arif Cizîrî fêr bûme û carna ji xwe re dinihirînim:

Li min lo lo li min lo lo li min lo lo

Li min lo lo Bavê Seyro..

Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê

Kum û kolozê xwe xuar kiriye

Pala xwe daye cencerê

Ez terka Bavê Seyrana xwe nakim

Heta li ser sînga min karê, karxezalê

Bibe zîqîna vê xincerê

Li min lo lo Li min lo lo..

Li min lo lo.. Bavê Seyro..

Neqeba min û bavê Seyro tak dîware

lêxe bîne xware

Sîng û berê min karê, karxezalê

Tiberka mala bavê Kale..

Li min lo lo li min lo lo..

Li min lo lo Bavê Seyro..

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply