Wergerek

Gelek dilzîz û bi bandor e.

Ev bûyer, di erdheja 17’yê gelawêja 1999’an de hatiye jîyîn.

Dê her tişt xweş bibûya. Tu, ez û jiyana me… Xeyalên me û hedefên me…. Ew gotinên ku min der barê jiyana xwe de ji te re gotibûn ên piştî ku min tu nasîbû û ji te hez kiribû. Hemû dê pir xweş bana, heke tu jî hebûya.

Nasîna te, nasîna jiyanê bû. Ji bo ku bi hevrebûnê îdealên te derbasî jiyanê bikirana me soz dabû hevûdin û me bi nîkahê dawî li vê biryara bihevrebûna temenekê anibû. Me soza “Dê her û her bextewar bin û heke rojekê mirin were û bi awayekî demî me ji hev feqetîne jî em hevûdin ji bîr nakin.” dabû karmendê nîkahê. Serê pêşî tu kêlikê kîlometreya min bûyî, lê belê niha havala min a/ê jiyanê…

Bi tenê ev qederê sê mehan bû em li heman malê diman. Ev sê meh bûn ku me bi hev re pirtûk dixwend, çay vedixwar, ji heman pencereyê me li jiyanê dinêriya.. Erê bi tenê sê meh bûn ku me bîr û baweriyên xwe û îdealên xwe bi hev re parve dikir; ev sê meh bûn “em dijiyan.”

Tu bextewar bûyî. Min ev dizaniya û didît. Bextewariya te ez jî bextewar dikirim. Ez û tu bi tilsima hezjêkirinê pê gihîştibûn. Me dizaniya ku kaniya hezjêkirina ebedî ye “li hev û din nêrîn e”, “bi hev û din re nêrîna heman alî ye.” Hêj serê pêşî ew girêdana te ya bi spehîtayiyên mayînde ve bû ya tu bi min dayî hezjêkirin. Ew hesta muhebetullahê ya ku Xwedê xistibû dilê me de û paşî ji wir belavî heyberan dibû pêl bi pêl li hawîrdorê belav dibû. Şev û roja me heçkû bi wê hezjêkirinê ronahî dibû her tim. Em dilrehet û aram bûn. Kaniya hizûra mala me dibe ku ew duayên ku te şev welê hêdîka dikirin bû. Hetanî gihîşte wê şevê…

Roja 17’yê Gelawêjê ez û tu bi hev re derketibûn bazarê, piştî gelek rêveçûnê em vegeriyabûn mala diya te. Ji bo me dua kiribûn. Li ser navê “bextewariya her du dinyayan.” Aliyeke perokî (sarî) ya bextewariyê hebû ku kesên ku em dîtibana hema hema ewana jî bi qasî me bextewar dibûn. Em dereng li malê vegeriyabûn. Di gel ew qas em westiyabûn jî lê niyeteke zêde ya me ya razanê nebû. Te du qehwe çêkirin û me têr û têr sohbet kir. Der barê rojên pêşiya me, li ser mebest û niyetên me em axivîbûn. Em fikirîn ka wê feydeya me çawa hîn bêhtir bigihîje derdora me, em ê wan tiştên ku em dizanin çawa bêhtir vebêjin, ew tiştên ku em nizanin em ê çawa hîn bêhtir zanibin. Wê şevê careke dî baweriya min bi wan spehîtayiyên di cîhana dilê te hatibû û herweha min bawer kiribû ku zanîn despêka hezjêkirinê ye.

Bi carekê min li saetê nihêrîbû, ber bi 3’ê yan ve dihat. Min got: “divê em rakevin.” Te xwest ku ji wê pirtûka li ber serê xwe ya her rojê te jê dixwend çend rûpel bixwendaba. Lê belê min tam ji bo te şevxweşî dixwest. Vaye wê gavê… Dengê xumînîyeke ku di heyata xwe de cara yekemîn bû bin seh dikir, hat. Ev xumîniya ku min pê nedizanibû, vegeriya hejîneke erjeng. Ev çi bû Xwedayê min? Erê pêwîst bû ku mirov ev hejandina ku teceliya navê Xwedê yê Celâl bû qebûl bikira; ev erdhejek bû. Navê wateya ku di çavên te de “şaşbûniya ji ecizbûnê dihat” bû. Tavilê min bi destê te girt, rabûme li ser piyan û em ber bi derîzana derî ve çûn, lê belê hewildanên me beredayî bûn… Hejandin bûbû ewrekî ji tozê. Me nekarîbû derketana derve û esreq li ser serê me ruxiya. Ez ketibûm ser te û portmanto ketibû ser min… Û tu diêşiyayî. Lewra, camên şikestî bi teşkê te re diçûn, serde jî ez jî nedileqiyam û min tu diêşandî. Tu ew qas ruh-sivik bûyî ku ji bo ku ez neqehirim te êşa xwe ji bîr dikir û te hewl dida ku bi min nedaba hîskirin.

18 saetan em li bendê man ku li me bihesin û hawara me seh bikin. 18 Saetan me bi destê hev girt û me li ber dilê hev dida. Wê gava ku em di wê rewşê de bûn demekê te got ku; “Heke ez bimirim ez ê li wê derê li benda te bim.” Û 18 saetan kî dizane dibe ku tu li benda 18 mirinan mabûyî.

4 roj di ser de derbas bibûn. Bajar ne ew bajar bû. Îzmît bûbû ciheke cipcihê. Hinekê jî be min karesat derbas kiribû. Lê rewşa te xirab bû. Bijîşk gotibû ku wê teşka te bê jêkirin. Çawa min ev seh kir, min zen kir ku bi erdhejeke duyemîn dinya li ser serê min ruxiya. Lê belê tu hêjan dikeniyayî. Tu mirovekî çawa bûyî? Te ne girîngî dida dinyayê, ne jî mal û milkî. Ma li ba te girîngiya madeyê û ya wê teşka te ya te wenda dikir qet nebû? Heta mana li ser dinyayê jî…

Roja 8. bû. Ew xaniyên mîna qutiyên kibrîtê li ser hev ruxiyayîn, ew canên di bin xaniyan de mayîn, ew ûmît.. Qêrînan, hawarên; “Qey hûn dengê min seh nakîn?” nan… îsyanan, sebran… Gelek çêrokan, mûcîzeyan û xeteke şikestî (fay) ya kûr a di dilan de. Di bajêr de bêhneke dijwar ya terman û hizneke giran hakim bû. Ew erseyên vale bi gorên tomerî yên kilskirî tijî bûn… Mirovên ku xaniyên xwe, dêyên xwe, xwe bi xwe wenda kirîn. Yekane peyva li ser devê xelkê: Erdhej!

Me digot dê teşka te bête jêkirin, lê belê, tu çûyî wê alema ebedî ya ku em ê bi hev re bîn; li pey te sê mehên tiptejî hatî jiyîn û ezma te ya jiyîna îdealên te ma. Ez li ser gora te me, di destê min de kulîlka ku tu herî jê hez dikî û guleke sor. Êdî tu ne li cem min î, ne jî heyecanên kaniya dil. Tu çû yî, di pey de şîn, di pey de ez, gayeyên xeyala me. Niha xizmên min ên ku destê xwe bi serê min ve tînin, ji bo min holê dibêjin: “Dev ji xwe bernede, tu yê ji bîr bikî, bi zewaceke nû tu dê bextewar bibî.” Qet!… Te di wan deqîqeyên zor de ji bo min çi gotibû? Ez û tu sewdaserê “aliyê din” bûne

Niha ez li ser gora te, di gel te me. Ev besî me ye!

Ey havalê min ê jiyanî ê li aliyê din, ez bi qehr li wan kesên ku ji bo min dibêjin “tu dê ji bîr bikî” dibeşişim û dinêrim. Em bi hev re her tim li aliyê din gerîyabûnn. Te ew tişta ku lê digerîyayî dît! Lê ez hêjan di rê de me.!

Ez di vê dema herî zor ya azmûnê de ji Rebê xwe sebrê dixwazim. Qey çi dibê tu bizanibî ku ez ji te hez dikim, her demê ez ji bo te duayan dikim û wê roja ez bigihîjim te dijimêrim! Emanetî Wekîlê Herî Baş be.

Ji tirkî bo Kurdî
Dilbikulê Cizîrî
(Ji Kovara Genç Beyîn, hejmar, 55, rûpel, 29)

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply