Mîr Celadet Alî Bedirxan kurdperwerekî hêja, welatparezekî bêpayan bû. Xebatên wî yên hêja ji bo rewşenbîr û nivîskarên kurd bûne bingeh. Wî ne di warek de, herweha di gelek waran de xebat kiriye û gelek berhemên hêja afirandiye. Ew hîmdarê gramera kurdî û damezrevanê alfabeya kurdî/latînî ye. Xebata wî piraliye, rengîne û xebateke dewlemend e.
Mîr Celadet pirtûka rêzimana kurdî nivîsiye, di bin şert û hoyên dijwar de kovarên kurdî derxistiye, ji zimanên din pirtûk û nivîs wergerandiye kurdî, çîrok, roman û helbest nivîsiye.
Pirtûka wî ya bi navê “Were Dotmam” pirtûka helbestan e. Ev pirtûk ji panzdeh helbestan pêk hatiye û weke pirtûk di nav weşanên “Avesta” de li Stenbolê derketiye û 79 rûpel e. Helbet helbestên ku di pirtûkê de cih girtine berê di kovara Hawarê de hatine weşandin. Helbestên ku di kovara Hawarê de, di hejmarên cuda de hatine weşandin ji alî weşanxana Avesta hatine berhevkirin.
Pirtûk çar beş e. Beşa yekê; bi sernavê “Bilûra min”, beşa duyê, “Stûna zarowan” û beşa sê bi sernavê “Ji roava şiîrên bijarte” ne û beşa çar “Lavijên Mîr Miheme” ne. Di destpêka pirtûkê de, helbesta yekem ya Emîn Alî Bedirxan e. Di gel gelek helbestên ku Mîr Celadet bi xwe nivîsiye, hinek helbest jî ji nivîskarên rojava adaptasionê kurdî kiriye. Wî kirasên kurdî li helbestên nivîskarên navdar Vîctor Hugo, Lamartîne, Alfred de Vîgny û C. Baudelaire kiriye û tehm û rengekî kurdî daye van helbestan.
Celadet Bedirxan li ser ala kurdan helbesteke wisa xweş nivîsiye ku heta niha li ser ala kurdan helbesteke weha nehatiye nivîsin. Ew bi şêweyeke hunerî taswîra alê dike.
” Alê kurdan di nav rok
Çi bedew û biheybet
Bi çar rengî, rengên te
Çi delal û çi xweşkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav spî û nîvek zer
Keskesor e, bi roj e
Ev li jêr û ew li jor
…………….
Mîr Celadet hinek helbestên xwe bê îmze, hinekan jî bi navê Herekol Azîzan û Celadet Bedirxan weşandiye. Hemû helbestên Mîr Celadet xweş in, lê di nav wan de ya herî xweş anku ya xweştirîn helbesta bi sernavê “Bilûra min” e. Her kurdê xwendevan yên ku bi kurdî dixwînin û hemû nivîskarên kurd yên ku bi kurdî helbest dinivîsin, divê miheqeq vê helbesta Mîr Celadet bixwînin.
Ez hevoka pêşî û ya paşî a helbesta “Bilûra min” li jêr diweşînim.
Bilûra Min
bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbrayê şivan û dilketiyan î
dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev veqetiyan
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min
bilûra min tu î,
xemrevîna terkeserên dinyayê!
………………………………..
Bilûra min,
dengê xwe berde!
dinya,
mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;
dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birêvîne!
bilûra min tu î
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatê
dema ku dinya hişyar dibe
ji xew radibe
ji me re
strana azadî û serbestiya
kurdistanê
bihevwirîne,
û dengê wê stranê, bila,
mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
bikeve nav dil û guhên me.
bilûra min,
tu î xemrevîna dilketiyên welêt.
Lokman Polat