Werdeka Biçûk î Nexweşik

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran…Dibêjin rojekê, li gundekî pir dûr, mak werdekek bi kurk dikeve û çîçikên wê yeko yeko ji hêkan derdikevin. Ew ji hev delaltir û şîrîntir in. Lê mak werdekê bi carekê şaş û metel dimîne û pir xemgîn dibe. Çimkî ji hêka dawîn çîçikeke pir cihêreng derdikeve. Ew çîçik ji çîçikên wê yên din mezintir e û rengê wê jî ne zer, lê gewr e. Mak werdekê difikire û ji xwe re dibêje ku ew ê nikaribe vê çîçika nexweşik xweyî bike. Lê gelo ev çîçik werdeka cihêreng ji ku hatiye wir? Ew naşibe tu sewalên nav koxikê!… Û dema ku ew li dû mak werdekê digere, çîçikên mirîşkan û yên elokan tev jê aciz dibin û wê ji xwe dûr dixin. Çîçikên din ên mak werdekê jî bi nikulên xwe wê pir diêşînin. Di nav xwe de jî dibêjin:

  • Ev a nexweşik çima tê nav me? Kes wê naxwaze ! Bila ji vê derê here ! Ew bi rastî jî çiqas nexweşik e.

Piştî demekê, sewalên din çîçik werdeka feqîr ji koxikê diavêjin û ew jî diçe dikeve nav bexçeyekî ku çivîkên biçûçik tê de bask li hev didin û virde wirde difirin. Çîçik werdek ji wan re dibêje:

  • Ez li vir li malbata xwe digerim! We malbata min nedîtiye?

Çivîkên biçûk lê dinêrin û jê re dibêjin:

      –     Ne mumkun e tu ji malbata me bî. Tu pir mezin î. Tu dixwazî here malbata xwe li wî aliyê din ê golê bigere. Çîçik werdeka belengaz bi ya çivîkan dike û

berê xwe dide aliyê din ê golê. Îca ew li wê dere rastî werdekeke kûvî tê û jê dipirse:

  • Te malbata min nedîtiye?

Werdeka kûvî bersiva wê dide û dibêje:

  • Tu pir dereng hatiyî, biçûkê. Kes li vir nemaye, herkesî koç kiriye. Hê ev gotin di devê wê de ne ku bi carekê dengê fişekan tê û ew ji çîçik werdekê re dibêje:
  • Biçûkê, zû here xwe veşêre. Nêçîrvan wê werin vir. Ew dijminên me yên herî xetere ne.

Gava ku çîçik werdek xwe di nav hêşînahiyan de vedişêre, werdekên kûvî jî bask li hev didin û

ber bi welatên germ ve difirin. Dû re kûçikek tê ber çem, dora xwe bêhn dike û bêyî ku tiştekî bi dest bixe vedigere, ji wir diçe. Îca çîçika me ya feqîr, ji ber tiştên ku dibîne û dibihîze, hê zêdetir şaş û metel dimîne, û ji wê derê ku ji bo wê pir xetere ye, bi reverev bazdide diçe. Lê ew ê bi ku de biçe? Gelo ew dîsa here nav koxika xwe? Na! Ev ne mumkun e, çimkî tu kes wê li wê derê naxwaze.

Çîçik werdek serê xwe dixe ber xwe, hêdî hêdî dimeşe heta ku digihîje ber holikeke biçûk. Îca ew dikeve hundir û dibîne ku mirîşkek bi kurk ketiye, pîrejinek li ber agir rûniştiye xwe germ

 dike, pisîkek jî li ser nivînan xwe dirêj kiriye. Çîçik werdeka me, ku ji xwe re piçek germahiyê digere, bi awayekî pir xirab tê pêşwazîkirin.

Mirîşka spî pir bi hêrs diqudqude, pisîkê boz xwe gij dike û bi dengekî xofdar dinewîne. Herduyan xwe çeng dikin ku wê bigirin, çîçik werdek heta ku jê tê bazdide û ji wir bi dûr dikeve.

Dawiyê zivistan tê, lepelepe berf dibare û her der qeşa digire. Mixabin çîçik werdek ji xwe re cihekî bi ewle nikare bibîne û ew mecbûr dimîne ku dîsa here golê û li wir bimîne. Lê ji xeynî wê tu sewal li wê derê nemaye. Masî di bin qeşayê de razane û hemû werdek ber bi welatên germ ve firiyane. Çîçik werdeka me jî li wê dere bi tena serê xwe bi zivistaneke dijwar re rû bi rû dimîne.

Lê rojek ji rojan, piştî şeveke sar û seqem, çîçik werdeka belengaz dîsa ji xwe re li cihekî digere. Dawiyê jî ew ji xwe re maleke germ peyde dike. Ew tevî ku bêhemdê xwe gelek tişt dirijîne û dişikîne jî, xwediyên malê wê naqewirînin û dihêlin ku çîçik werdeka me wê zivistanê li cem wan derbas bike.

Roj li dû hev derbas dibin û dawiyê bihar tê. Çîçik werdeka me ya ku êdî têra xwe mezin bûye, rojekê bêriya golê dike. Îca ew pir bi xemgînî xatir  ji wê malbata dilpak dixwaze û berê xwe dide golê. Gava ku çîçik werdek digihîje golê, dibîne ku sê qûyên delal di nav avê de ne. Ew jê dipirsin:

  • Tu ji ku derê têyî? Tu li ku derê bûyî ? Tu çima bi me re nehatî?

Îca çîçik werdeka me dibine ku ew bi awayekî pir ecêb dişibe wan qûyan, û tê famkirin ku werdeka biçûk î nexweşik ku herkes jê aciz dibû, ku kêfa tu kesî jê re nedihat, ew ne werdekbûye, lê belê ew qûyeke delal û ciwan bûye. Çîçik werdeka nexweşik dawiya dawî digihîje malbata xwe.

Ew êdî bûye qûyeke simspî. Ew ji xwe pir bawer e û pir bi ezamet û kubarî di nav golê de avjeniyê dike. Ew mirovan, ne jî ji birçîmayînê bitirse. Û dema rojên sar jî werin, ew ê tevî malbata xwe bifire here ber bi welatên germ.

Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran bariya…

Nivîskar Hans Christian Andersen

Werger (ji fransizî): Aynur Bozkurt

Çavkanî nupelda

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply